Fuad Husên: Serdana Wezîrê Derve yê Îranê ya bo Bexdayê di demeke girîng de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên pêşwazî li Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî kir. Di hevdîtinê de herdu wezîran geşedanên dawî yên siyasî û serbazî yên li navçeyê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro 28ê Hezîrana 2026an di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, serdana Ebbas Araqçî di demeke girîng de pêk tê. Ev serdan piştî du rûdanên sereke tê; yekem, îmzekirina protokola lihevkirinê ya di navbera Amerîka û Îranê de li Swîsreyê û ya duyem jî avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê.

Fuad Husên bal kişand ser kûrahiya pêwendiyên Bexda û Tehranê û got: "Pêwendiyên me dîrokî, aborî, çandî û stratejîk in." Husên her wiha nîgeraniya xwe anî ziman ku Îran wekî cîranekî giring rûbirûyî êrîş û şer bûye, di heman demê de operasyonên serbazî li Tengava Hurmizê berdewam dikin.

Derbarê siyaseta derve ya Iraqê de, Husên ragihand: "Iraq bi her awayî şer û binpêkirina serweriya dewletan red dike. Welatê me bi dehan salan şer û nakokiyên navxweyî dîtine, lewma îro bingeha siyaseta me li ser diyalog û danûstandinan hatiye avakirin."

Wezîrê Derve yê Iraqê bal kişand ser rola Iraqê ya di navbeynkariya navbera Îran û Amerîkayê de û diyar kir, wan hewl daye bingeha danûstandinan deynin. Husên spasiya Araqçî kir ku her tim Iraq ji pêvajoyên danûstandinan û geşedanên li navçeyê agahdar kiriye.

Fuad Husên aşkere kir ku şerê li herêmê bandoreke giran li Iraqê kiriye, bi taybetî ji aliyê mirovî û aborî ve. Husên got: "Iraq li Besra, Mûsil, Enbar û Herêma Kurdistanê rûbirûyî êrîşan bû. Ji ber girtina Tengava Hurmizê, hinardekirina nefta Iraqê rawestiya û vê yekê bandoreke nerênî ya mezin li ser rewşa darayî û aboriya hikûmetê kir."

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Wezîrê Derve yê Iraqî diyar kir ku danûstandinên wan ên dualî li ser hûrguliyên peymana li Swîsreyê û pêwendiyên navçeyê dê berdewam bikin.