Operasyona li dijî gendeliyê li Iraqê: 47 parlemanter û berpirs hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Iraqê di çarçoveya têkoşîna li dijî gendeliyê de, 47 parlemanter û berpirsên pilebilind hatine girtin. Desteya Destpakiyê ya Federal jî pişrast dike, wan dest bi rêkarên cîbicîkirina fermana girtina tohmetbaran kiriye û tekezî li ser piştgiriya tam a desthilatan dike.
Jêderên agahdar ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re îro 28ê Hezîrana 2026an ragihandin, bi fermana dadgehê û di encama lêkolînên hûr de, 47 kesên ku di nav wan de parlemanter û berpirsên hikûmetê hene, hatine girtin.
Desteya Destpakiyê ya Federal a Iraqê di daxuyaniyeke fermî de pişrast kir, wan dest bi cîbicîkirina fermanên dadgehê yên ji bo girtina tohmetbaran kiriye. Desteyê destnîşan kir ku ev operasyon, encama hevahengiyeke xurt a di navbera her sê desthilatan (dadwerî, cîbicîkar û yasadanîn) de ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev destkeft piştî pêvajoyeke dirêj a çavdêrî û hûr pêk hat. Em ê rêkarên xwe yên yasayî bi hûrî li dijî her kesê ku destê xwe biriye ser mal û milkê gel bidomînin."
Desteya Destpakiyê diyar kir, ew hêza xwe ji serweriya yasayê û piştgiriya gelê Iraqê digirin. Her wiha hat ragihandin ku Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê, Serokwezîr û Serokê Parlemanê piştgiriyeke bêsînor didin van operasyonan, da ku gendelî ji saziyên dewletê bê paqijkirin.
Desteyê soz da ku dê raya giştî ji hemû hûrgulî û pêvajoyên dadgehkirinê agahdar bike. Herwiha diyar kir, hemû girtin di çarçoveya hiqûqê de hatine kirin û amanc parastina berjewendiyên giştî yên welat e.
Nav û erkên beşek ji kesên ku îro hatine girtin:
- Musenna Samerayî, Serokê Hevpeymaniya Azim.
- Ziyad Cenabî, Endamê Parlemana Iraqê.
- Beha Nûrî, Endamê Parlemana Iraqê.
- Mihemmed Kerbûlî, Endamê Parlemana Iraqê.
- Aliye Nuseyf, Endama Parlemana Iraqê.
- Mihemmed Cemîl Miyahî, Endamê Parlemana Iraqê.
- Hesen Xefacî, Endamê Parlemana Iraqê.
- Ebdulrehman Liwêzî, Endamê Parlemana Iraqê.
- Muzer Keroyî, Endamê Parlemana Iraqê.
- Hind Ebbasî, Endama Parlemana Iraqê.
- Mihemmed Ferman Cibûrî, Endamê Parlemana Iraqê.
- Buşra Qeysî, Endama Parlemana Iraqê.
- Mihemed Seyhûd, Endamê berê yê Parlemana Iraqê.
- Elî Mearîc, Birîkarê Wezareta Petrolê bo Karûbarên Dabeşkirinê.
- Ibrahîm Sumeydeî.