Heyder Ebadî: Ez bi tundî piştgiriya girtina berpirsên gendelkar dikim
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Nesir ragihand ku ew bi tundî piştgiriya rêkarên dezgehên dewletê bo binçavkirina gendelkaran dike. Hevdem daxwaz kir ku ev bizav ji bo pêkanîna dadperweriyê û parastina qewareyê dewletê û gel zêdetir bên bihêzkirin.
Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî îro (Yekşem, 28ê Hezîrana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir û tê de piştgiriya xwe ya tam bo operasyonên girtina berpirsên gendelkar nîşan da.
Ebadî di peyama xwe de nivîsî: "Ez bi tundî piştgiriya rêkarên desthilatên dewletê di binçavkirina gendelî û gendelkaran de dikim." Herwisa wî daxwaza berdewambûn û bihêzkirina van pêngavan kir, pêxemetî peydakirina dadperweriyê bi armanca ûarastina gel û qewareya dewletê.
Du şertên cewherî yên Ebadî bo serkeftina kampanyayê
Serokê Hevpeymaniya Nesir di peyama xwe de bal kişand ser du xalên serekî û cewherî, ku pêdivî ye di vê pêvajoyê de li ber çavan bên wergirtin:
Yek (Giştgirî û Berdewamî): Pêdivî ye pêvajoya rûbirûbûna gendeliyê giştgîr û berdewam be, bi rengekî ku nekeve bin bandora hevsengiyên siyasî an berjewendiyên teng, qanûn li ser her kesî wekî hev bê bicihanîn.
Du (Çaksaziya Pêkhateyî): Pêdivî ye ev rêkar bibin parek ji projeyeka çaksaziya pêkhateyî di sîstema siyasî de, bi awayekî ku bêserûberî, pişkên siyasî û berjewendiyên hevpar bi dawî bîne, û hîmên dewleta qanûnê û dezgehan hîn zêdetir biçespîne.
Heyder Ebadî di dawiya peyama xwe de jî bang li hemî aliyên siyasî yên Iraqê kir ku piştgiriya van pêngavan bikin, wekî tekezkirin li ser pêvajoyê çaksaziyê û bicihanîna emaneta şer'î, niştimanî û rewiştî li welat.
Ev helwesta Ebadî di demekê de ye ku Hêzên Dezgeha Dijeterora Iraqê û hêzên din ên ewlehiyê li serê sibeha îro bi hevahengiya Encûmena Bilind a Dadweriyê kampanyayeka berfireh li Bexdayê û çend parêzgehên din da destpêkirin û tê de hejmareka berpirsên bilind û parlamenteran bi tohmeta tevlîbûna di dosyeya gendeliyê hatin desteserkirin.