DEM Partî: Tirkiye û Rojhilata Navîn pêdivîtî bi aştiyeke berdewam heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ragihand ku Tirkiye û Rojhilata Navîn pêdivîtî bi aştiyeka berdewam heye. Hevdem tekez li ser bicihanîna wê nexserêyê kir ku ji bo çareserî û azadkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatiye pêşkêşkirin.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îro (Yekşem, 28ê Hezîrana 2026ê) di kombûneka cemawerî de, ku ji bo daxwazkirina azadkirina Rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan hatibû rêkxistin, ragihand: "Ew qonaxa ku em gihîştinê, guhertina wan şertan e yên ku Abdullah Ocalan daxwaz kirine û nexşerêyeka wisa dide ber destê me hemiyan."
Berdevka DEM Partiyê hişyarî da ku eger ev nexşerê nekeve qonaxa bicihanînê, dê tirs û fikarên mezin peyda bike. Herwisa got: "Em daxwaz dikin ku çi pêdivî ye ji bo biserxistina vê pêvajoyê bê kirin, ji ber ku em û tevahiya gelên Tirkiyeyê ji bo vê pêngavê amade ne."
"Tirkiyeyê pêdivîtî bi aştiyeka giştgir heye"
Ayşegul Dogan tekez li ser wê yekê jî kir ku Tirkiye û deverê bi giştî pêdivîtî bi aştiyeka berdewam heye û diyar kir: "Tirkiyeyê pêdivîtî bi aştiyeka wisa heye ku hemî gelan hemêz bike û nebûna tenahiyê bi dawî bîne."
Ev daxuyaniyên DEM Partiyê di demekê de ne ku li çend bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî ji bo rakirina tecrîda li ser Îmraliyê û destpêkirina pêvajoyeka nû ya aştiyê berdewam in.