Herêma Kurdistanê parlamenterê Iraqî Ziyad Cenabî radestî Bexdayê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeka agahdar ragihand ku piştî girtina wî li bajarê Hewlêrê, Herêma Kurdistanê parlamenterê Iraqî yê daxwazkirî Ziyad Cenabî radestî hikûmeta federal a Iraqê kir.
Çavkaniyeka agahdar îro (Yekşem, 28ê Hezîrana 2026ê) ji Ajansa Nûçeyan a Iraqî (INA) re eşkere kir ku desthilatên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê parlamenterê parlamentoya Iraqê Ziyad Cenabî radestî hikûmeta federal a Iraqê kiriye.
Wê çavkaniyê herwisa da zanîn ku radestkirina wî parlamenterî piştî wê yekê tê ku navborî li bajarê Hewlêrê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ve hatibû girtin.
Tevî ku heta niha bi rengekê fermî hûrgiliyên zêdetir li ser dosyeya tometbarkirina wî parlamenterî û awayê tawanên wî ji aliyê dezgehên têkildar ve nehatine weşandin, lê ev girtin di dema wê operasyona mezin a rûbirûbûna gendeliyê de ye, ku li parêzgehên cuda cuda yên Iraqê hatiye destpêkirin.
Hevahengiyeka bilind di navbera Hewlêr û Bexdayê de
Girtin û radestkirina Ziyad Cenabî nîşaneka ron e ji bo hevahengiya ewlehî û dadweriyê ya astbilind di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de.
Ev pêngav hevdem e li gel daxuyaniya îro ya Endamê Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî bo Kurdistan24ê, ku tê de eşkere kiribû ku lîsteyeka 120 kesî ji berpirs û parlamenterên Iraqê hatiye amadekirin û du kes ji wan li bajarê Hewlêrê hatine girtin.