Haaretz: Kompanyayên Îsraîlî sîstemên serbazî firotine Qeter û Erebistana Siûdî
Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya "Haaretz"ê ya Îsraîlî eşkere kir ku kompanyayên berevaniyê yên Îsraîlê, bi rengekê nihênî û bi bihayê bi sedan milyon dolaran, sîstemên serbazî yên pêşkeftî ji bo Qeter û Erebistana dabîn Siûdî kirine, tevî ku ti peywendiyên fermî yên dîplomatîk di navbera wan de nînin.
Rojnameya "Haaretz"ê ya Îsraîlî ragihand ku li gorî belge û wêneyên bi dest ketine, Qeterê sîstema berevaniya esmanî ya "C-MUSIC"ê ya kompanyaya Elbit Systemsê bo balafirên taybet ên kesatiyên pilebilind, di nav wan de jî balafira Mîrê Qeterê, bi dest xistiye. Herwisa Qeter û Erebistana Siûdiyê bi rêya peymanan li gel kompanyaya “Boeing”ê ya Amerîkayî, parçeyên çêkirî yên Îsraîlî, kilawên şerî û sîstemên dîtina şevê bo balafirên xwe yên şer ên F-15 wergirtine.
Li gorî wê raportê, kompanyayên "Elbit Systems"ê û Pîşesaziya Esmanî ya Îsraîlê bi awayekî nerasterast tevlî projeyên serbazî yên Qeter û Siûdiyê bûye. Herwisa sîstema "C-MUSIC"ê, ku şiyana naskirin û pûçkirina moşekên arastekirî heye, li ser sê balafirên taybet ên Mîrê Qeterê hatiye binecihkirin û yek ji wan balafiran di serdana sala borî ya Mîrê Qeterê bo Tehranê de jî hatiye bikaranîn.
Herwisa wê rojnameyê ron jî kiriye ku kompanyayên Îsraîlî wekî belênder tevlî bernameya balafirên şer ên F-15 yên Qeterê bûye, ku di bin ji aliyê Amerîkayê ve serperiştiya wê tê kirin.
Rojnameya navborî amaje bi wê yekê jî kiriye ku di vê çarçoveyê de, Qeterê 160 yekîneyên sîstema "JHMCS"ê (ku sîstemeka li ser kilawê balafirvanî ye bo diyarkirina armancan) bi bihayê 35 milyon dolaran kiriye. Bo Erebistana Siûdiyê jî, bi sedan kilawên pêşkeftî û sîstemên dîtina şevê bo balafirên şer ên F-15SA hatine dabînkirin.
Di Hezîrana sala borî de, medyayên Îbranî dabû xuyakirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû razîbûna xwe li ser çend girêbestên berevaniyê li gel Qeterê nîşan daye, ku bihayê wan ji 100 milyon dolaran zêdetir e.
Rojnameya "Haaretz"ê di dawiya raporta xwe de eşkere kiriye ku kompanyayek, ku berpirsekî berê yê pilebilind ê dezgeha Mossadê û generalekî xanenşînkirî yê artêşa Îsraîlê (Yoav Mordechai) tê de hevpar in, wekî nûnerên kompanyayên mîna "Rafael" û "Elbit"ê rol di danûstandinên li gel Qeterê bo îmzakirina van peymanên serbazî lîstiye.