11 hezar golik ji Sûriyeyê derbasî Iraqê bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Sûriyeyê ragihand, karwaneke mezin a ajalan ku ji 11 hezar golikan pêk tê, di dergehê sînorî yê Tenefê re derbasî axa Iraqê bûye.

Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikên Sûriyeyê di daxuyaniyekê de eşkere kir, ev golik ji welatê Brezîlyayê hatine kirîn. Golik pêşî bi keştiyan gihîştine bendera Tartûsê ya Sûriyeyê û paşê bi awayê "transît" di axa Sûriyeyê re derbas bûne heta ku gihîştine ser sînorê Iraqê.

Desteyê her wiha destnîşan kir, ev karwanê 11 hezarî tenê destpêk e. Li gorî peymana bazirganiyê, biryar e bi giştî 50 hezar golik bi heman rêyê re ji Brezîlyayê bo Iraqê bên veguhastin.

Berpirsên gumrika Sûriyeyê diyar dikin, welatê wan niha wekî navendeke giring a veguhastina mal û ajalan di herêmê de derdikeve pêş. Rayedaran ragihand, ew hemû hêsankariyên gumrikê pêşkêş dikin da ku karwanên bazirganî bi awayekî herî lez û silamet bigihîjin cihê mebestê.

Iraq ji ber zêdebûna nifûsê, krîza hişkesaliyê û giranbûna lêçûnên hilberîna navxwe, her ku diçe pêwîstiya wê bi goştê hawirde zêdetir dibe. Brezîlya ku di cîhanê de yekemîn hinardekarê goştê çêlan e, di sala 2025an de rekoreke dîrokî şikand û bi qasî 18 milyar dolar goşt firot derve.

Her çiqas gihîştina van ajalan di demeke kurt de bibe sedema erzaniya goşt li bazarên Iraqê, lê di dema dirêj de zexteke mezin li ser cotkarên navxwe çêdike. Xwediyên ajalan li başûr û bakurê Iraqê niha bi krîza hişkayî û giranbûna xureka ajalan re rûbirû ne.

Pispor destnîşan dikin ku ji bo "ewlehiya xurekê" ya mayînde, pêwîst e hikûmeta Iraqê hevsengiyekê di navbera hawirdekirinê û piştgirîkirina hilberînerên navxwe de ava bike, da ku bazar bi temamî nekeve bin bandora guherînên navdewletî.