PWK: Divê Tirkiye ji ber darvekirina Şêx Seîd lêborînê ji Kurdan bixwaze

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi daxuyaniyeke nivîskî Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 101emîn salvegera darvekirina wan de bibîr anîn..

Buroya Ragehandinê ya PWKê îro 29ê Hezîranê, salvegera darvekirina rêberên Tevgera Neteweyî ya Kurd a 1925an, daxuyaniyek belav kir. PWKê daxwaz kir ku dewleta Tirkiyeyê cihê mezelê wan aşkere bike û lêborînê bixwaze.

Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKê:

Serokê Netewî yê Tevgera Netewî a Kurd a 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên xwe, 101 sal berê di roja 29.06.1925an de, ji alîyê Dewleta Tirkîyê ve hatin darve kirin.

Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Dewleta Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.

Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darve kirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelên nemiran aşkere bike.

Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.

Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 70 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.

Her destkeftin û statuteyeke sîyasî, milî, cografîk ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.

Di 101emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên bi wî re hatine darve kirin, Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg, Mele Evdirrehmanê Şirnexî, Dr.Fuad, bi deh hezaran Kurdên ku di dema serîhildanê û di du salên piştî serîhildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.