Sedir: Girtina gendelkaran hêvî ji bo Iraqiyan vegerand

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Niştimanî ya Şîe Muqtada Sedir, piştgiriya xwe ji bo operasyona girtina berpirsên gendel ku ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve hatiye destpêkirin ragihand. Sedir bang li alîgirên xwe kir ku roja Înê ya bê ji bo piştgiriya vê pêngavê meşeke aştiyane lidar bixin.

Muqtada Sedir di peyamekê de aşkere kir, operasyonên Serokwezîr Elî Zeydî "pêngaveke çaksaziyê ya qehremanane ye" û hêvî kir ku ev xebat bi biryardarî berdewam bin. Sedir diyar kir ku ev operasyon piştî talankirina samana giştî ji aliyê gendelkaran ve, hêviyeke nû daye dilê gelê Iraqê.

Rêberê Sedirî her wiha pesnê rola Dadgeha Iraqê û hêzên ewlehiyê, bi taybetî Hêzên Dijeterorê û Dezgeha Têkoşîna li Dijî Gendeliyê da, ku ev operasyon bi serkeftî encam dane. Sedir destnîşan kir, hevahengiya di navbera van saziyan de bûye sedema vegera baweriyê ji bo serweriya qanûnê.

Di beşeke din a peyama xwe de, Muqtada Sedir bang li pêşnimêjên nimêja Înê kir, ji bo piştgirî û handana vê pêngava çaksaziyê, roja Înê ya bê meşeke aştiyane organîze bikin. Sedir ji bo vê meşê hin rêzikên taybet danîn:

- Tenê ala fermî ya Iraqê û ala "Seyîdul Îslah" (Îmam Husên) bên bilindkirin.

- Ti ala, nav û dirûşmên din nayên qebûlkirin.

Ev daxuyaniya Muqtada Sedir piştî wê yekê tê, duh Yekşemê, bi hevahengiya Dezgeha Dijeterorê û Encûmena Bilind a Dadweriyê, operasyoneke berfireh hat lidarxistin. Di encamê de 47 parlemanter û berpirsên pilebilind bi tohmeta "gendeliyê" hatin girtin.