Qamişlo: Xwepêşandanên li dijî giranbûna nirxan berdewam dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişloyê nerazîbûnên gel ên li dijî biryara giranbûna nirxê sotemeniyê di hefteya duyem de berdewam dikin. Welatî daxwaz dikin ku ev biryar bê hilweşandin, da ku barê jiyana wan giran nebe.
Ji ber biryara nû ya derbarê nirxê sotemeniyê de, li kolanên Qamişloyê pêleke hêrs û nerazîbûnê di nav xelkê de çêbûye. Welatiyên beşdarî xwepêşandanan dibin, diyar dikin ku di bin vê rewşa aborî ya dijwar de, bilindkirina nirxê sotemeniyê dê bibe sedema giranbûna hemû xizmetguzariyên bingehîn.
Xwepêşander balê dikşînin ser wê yekê ku nirxê sotemeniyê rasterast bandorê li ser lêçûnên veguhastinê û nirxê kelûpelên xurekê dike. Ev yek jî zexteke mezin dixe ser malbatên ku dahata wan kêm e û jiyana wan zehmet dike.
Welatî daxwaz dikin ku aliyên peywendîdar li biryara xwe vegerin û çareseriyên ku li gorî rewşa jiyana xelkê bin, peyda bikin.
Tevî ku xwepêşandan ji hefteyekê zêdetir e berdewam dikin, heta niha ti guhertineke fermî di nirxê sotemeniyê de nehatiye kirin. Welatî jî li benda wê yekê ne ku aliyên peywendîdar daxwazên wan li ber çavan bigirin û pêngavên hêsankariyê bavêjin.