Bexda: Hesabekî taybet bo pereyên gendeliyê tê vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê ragihand, ji bo vegerandina pereyên ku bi gendeliyê hatine birin hesabekî taybet ê bankî vedike. Her wiha, dema vekişîna hêzên biyanî û radestkirina çekên komên çekdar hat eşkere kirin.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heydar Ebûdî îro 29ê Hezîrana 2026an di konferanseke rojnamevaniyê de nexşerêya nû ya hikûmetê eşkere kir.
Ebûdî ragihand, Serokwezîr Elî Zeydî fermand daye Wezareta Darayî da ku hesabekî taybet ê bankî veke. Armanca vî hesabî ew e ku hemû pereyên ku ji dozên gendeliyê û dewlemendbûna neyasayî hatine vegerandin, tê de bên komkirin.
Ebûdî diyar kir, operasyona li dijî gendelkaran berdewam e û heta niha 21 berpirs hatine girtin. Ebûdî got: "Mikurhatinên girtiyan, rê li ber torên nû yên gendeliyê vedikin. Stratejiya me ne tenê li ser kesan e, lê belê çaksaziyeke giştî ya saziyan e."
Di mijara ewlehiyê de, Heydar Ebûdî aşkere kir, dawiya meha Îlona îsal, roja dawî ye ku divê hemû komên çekdar çekên xwe radestî dewletê bikin. Herwiha Ebûdî destnîşan kir, di dawiya meha Îlonê de hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dê bi temamî ji Iraqê vekişin.
Di dawiya konferansê de, berdevkê hikûmetê ragihand, Hikûmeta Iraqê daxwaza Îranê qebûl kiriye ku merasîma cenazeyê Rêberê Îranê Elî Xamineyî di 8ê Tîrmeha bê de li axa Iraqê bê lidarxistin.