CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya temam de ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku zêdetirî 50 hezar karmend û serbazên wan li deverên cuda cuda yên Rojhilata Navîn hatine belavkirin; herwisa diyar kir ku ev hêz di asta herî bilind a amadebaşî û hişyariyê de ne.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Duşem, 29ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de bal kişand ser wê yekê ku Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper, di çarçoveya serdana xwe ya bo deverê de, hejmareka nîqaşan li gel berpirsên bilind ên medenî û serbazî yên Îsraîl û Libnanê kiriye.
Danûstandinên li Libnanê û peymana dîrokî ya Waşintonê
CENTCOMê eşkere jî kir ku Brad Cooper û tîma li gel wî li Libnanê li gel Joseph Aoun û Fermandê Artêşa Libnanê Îmad Rudolf Heckel civiyane. Di wê civînê de behsa pêngavên bê yên bicihanîna lihevkirineka çarçoveyî ya dîrokî hat kirin, ku Îniya borî li Waşintonê hatibû îmzakirin.
Herwisa Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) serdana wan hêzên Amerîkayî jî kir ên ku li Îsraîlê hatine binecihkirin û pesna kar û çalakiyên wan ên bêwêne kir.
Plana lihevkirina nû ya ligel Îranê li Kongreyê ye
Ev pêşhatên serbazî di demekê de ne ku berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kir ku nûnerên Serokê Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner dê zanyar û hûrgiliyan li ser lihevkirina nû ya li gel Îranê pêşkêşî Encûmena Nûneran û Encûmena Pîran a Amerîkayê her duyan bikin.