Iraq: Li xaleke kontrolê dest bi ser 4 milyon dolaran de hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li xaleke kontrolê ya di navbera parêzgehên Selahedîn û Diyalayê de, hêzên ewlehiyê dest danîn ser 4 milyon dolarên Amerîkî ku di nav otomobîlekê de hatibûn veşartin. Şofêrê otomobîlê hate girtin.

Li gorî medyaya Iraqî; hêzên ewlehiyê îro 30ê Hezîrana 2026an li xala kontrolê ya "Ebbas Cuma" guman ji otomobîlekê birine. Di encama pişkinîna hûr a hêzên ewlehiyê de, 4 milyon dolarên neqdî ku bi di hundirê otomobîlê de hatibûn veşartin, hatin dîtin.

Hate ragihandin ku şofêrê otomobîlê tavilê hatiye girtin û derbarê wî de rêkarên yasayî hatine destpêkirin. Jêderekî ewlehiyê diyar kir ku lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin, da ku çavkaniya vî pereyî û ew cihê ku dihat xwestin pere jê re bê birin, were eşkere kirin.

Ev desteserkirina pereyan di demeke de tê, hikûmeta Iraqê operasyoneke berfireh li dijî gendelî, talankirina samana giştî û dewlemendbûna neyasayî dest pê kiriye. Di çarçoveya "Operasyona Berbangê" de ku çend roj in berdewam dike, gelek siyasetmedar, berpirs, karmend û xwediyên kompaniyan hatine girtin.

Hikûmeta Iraqê ji bo rêgirtina li qaçaxçîtiya pereyan û rêgirtina li revîna tohmetbaran bo derveyî welat, li hemû xalên sînorî û xalên kontrolê yên navbera parêzgehan tedbîrên ewlehiyê gihandine asta herî bilind.