Şêx Seîd û rêhevalên wî li Diyarbekirê hatin bîranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera darvekirina Şêx Seîd û rêhevalên wî de, li Diyarbekirê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Li Komeleya Şêx Seîd daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn û hat amajekirin ku kurd li ser doza û mîrata Şêx seîd bi awayekî berdewam tekoşîna azadiyê didin. Li Baroya Diyarbekirê jî bi beşdariya siyasetmedar û hiquqnasan panelek hat lidarxistin ku ji Herêma Kurdistanê jî nûnerên Partiya Demokrata Kurdistan PDKê jî tê de beşdar bûn.

Di 101. Salvegera Darvekirina Şêx Seîd û rêhevalên wî de, li Diyarbekirê bernameyên bîranînê hatin li dar xistin. Bi boneya bîranîna Şêx Seîd û rêhevalên wî li Diyarbekirê li Komeleya Şêx Seîd bi beşdariya endamên malbata Şêx Seîd û nûnerên saziyên sivîl daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku daxwaza Şêx Seîd pêkanîna wekheyiyê dadperweriyê û azadiya neteweya kurd bû. Endamên malbata Şêx Seîd bang kirin ku êdî dem hatiye dawî li şer û pevçunan were anîn û li ser bingeha dadperweriyê mafên rewa yên kurdan werin nasîn.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat ji K24ê re got: “Em dibêjin êdî bes e, em gelek hatin kuştin, me serî netewand, me xwe neçemand, em dibêjin werin em aştiyeke mayînde li ser hiquqê wekheviyê û dadperweriyê pêk bînin.”

Bernameyek bîranînê jî li Baroya Diyarbekirê hat li darxistin. Bi boneya Bîranîna Şêx Seîd û rêhevalên wî li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Diyarbekirê panelek birêve çû û tê de ji herêma kurdistanê nûner beşdar bûn ku parlementer û hiquqnasan jî derbarê serhildana 1925ê de bîr û boçûnên xwe parve kirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Abdulkadîr Guleç jî got: “Şêx Seîd û rêhevalên wî bi awayekî nedadwerî hatin darizandin û hatin darvekirin, divê cihê gora wan were aşkerekirin û rêzdariya wan were nasîn.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Dr. Salar Osman got: “Li Bakur bo bîranîna Şêx xebatên baş hatin kirin, divê li hemû parçeyan ev yek pêk were ku êşa Bakur êşa hemû parçeyan e û ev jî nimûneyek a rêbaza Barzaniyê nemir e.”

 Şêx Seîd û 46 rêhevalên wî 46 sal berê li vê qadê hatin darvekirin ku cihê gora wan hîn jî nediyar e ku bang li dewletê tê kirin demeke behsa aştî û çareseriyê tê kirin de, divê cihê gora Şêx Seîd û rêhevalên wî were aşkerekirin.