Yekbûna Pêşmergeyan: Qonaxa yekem a yekkirina Fermandariyên Yek û Du dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de, qonaxa yekem a yekkirina Fermandariyên Devera Yek û Du bi merasîmeke fermî û bi amadebûna nûnerên Hêzên Hevpeyman li Hewlêrê dest pê kir.
Bi amadebûna rayedarên serbazî û nûnerên Hêzên Hevpeyman, îro 30ê Hezîrana 2026an, qonaxa yekem a yekbûna her du fermandariyan hat ragihandin. Fermandarê Fermandariya Devera Yekê Ferîq Nejat Elî di gotarekê de giringiya vê pêngavê nirxand û destnîşan kir, niştimanîkirina hêzên Pêşmerge pêvajoyeke çarenivîssaz e.
Ferîq Nejat Elî diyar kir, rêkxistina hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de pêngaveke hestiyar e û got: "Em bi piştgiriya Hêzên Hevpeyman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikarin vê pêvajoyê bi serkeftî bigihînin encamê. Îro karmendên her du fermandariyan li hev civiyane, da ku di bin serpereştiya Hevpeymanan de dest bi perwerde û rahênanên serbazî yên nûjen bikin."
Fermandarê Pêşmerge bal kişand ser guherîna cureyên metirsiyan li Herêmê û got, êdî gef ne tenê DAIŞ e, êrîşên bi dron û mûşekan nîşan didin ku Herêma Kurdistanê rûbirûyî gefên nû dibe. Ji ber vê yekê, wî bang li Amerîka û Hêzên Hevpeyman kir ku di dabînkirina çekên pêşkeftî yên berevaniyê de piştgiriya Pêşmerge bikin.
Ferîq Nejat Elî tekez kir, Pêşmerge ti carî nebûye gef li ser ti aliyekî û her tim fakterê aştiyê bûye. Herwiha ragihand, amadebûna her du fermandariyan nîşana wê yekê ye ku Pêşmerge ber bi yekîtiyeke temam a niştimanî ve diçe.
Di dawiyê de destnîşan kir, ku armancê herî pîroz parastina qewareya Herêma Kurdistanê ye, ku bi xwîna hezaran şehîdan hatiye bidestxistin. Herwiha got ku xebatên di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de, dê bi ruhê biratî û yekrêziyê berdewam bikin.