Wezîrê Pêşmerge: Proseya yekkirina hêzan di qonaxa dawî de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, proseya yekkirina hêzên Pêşmerge gihîştiye qonaxa dawî û heta niha %95ê pêngavên rêkxistina hêzan hatine temamkirin.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl îro 30ê Hezîrana 2026an di konferanseke rojnamevaniyê de derbarê çaksaziyên serbazî û yekkirina hêzan de destnîşan kir, ev prose ber bi qonaxeke nû ve diçe û çaksazî dê bi her awayî berdewam bikin, ji ber ku avakirina hêzeke niştimanî "xewna her Kurdekî ye."

Şoreş Îsmaîl aşkere kir, di bin serpereştiya Hêzên Hevpeymanan û bi serokatiya Amerîkayê de, ji bo her du Fermandariyên Devera Yek û Du  rahênaneke hevbeş hatiye organîzekirin û dê çend rojan berdewam bike.

Wezîrê Pêşmerge bal kişand ser rola dîrokî ya hêzên Kurdistanî û got: "Hêza Pêşmerge tenê hêz e ku dikare bi temamî parastina aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê bike. Ev hêz zêdetirî 100 sal in berevaniyê li ax û gelê Kurdistanê dike. Her çiqas Pêşmerge hîn bêtir rêkxistî û birêkûpêk be, aştî û aramî dê li Herêmê hîn bêtir saxlem bibe."

Derbarê asta yekbûnê de, Wezîr Şoreş Îsmaîl diyar kir, wan kariye zêdetirî %95ê rêya yekkirina hêzan bibirin. Herwiha destnîşan kir, niha hêzên Pêşmerge bi awayekî fermî di bin fermandariya Wezareta Pêşmerge û Serokatiya Erkanê de ne. 

Îsmaîl her wiha got: "Gelek astengî hatin derbaskirin, her çiqas hinek girift mabûn jî, gihîştina vê astê destkeftiyekî dîrokî ye."

Wezîrê Pêşmerge di bersiva pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê de, tekez kir ku her çiqas Pêşmerge xwedî ezmûneke dehan salan a berevaniyê be û karibe karên xwe bi serkeftî bike jî, hevahengî û pêwendiyên wan ên stratejîk ên ligel Hêzên Hevpeymanan dê bi awayekî xurt berdewam bikin.