Trump bijardeyên leşkerî yên li dijî Îranê gotûbêj dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ligel fermandarên pilebilind ên artêşê, planên leşkerî yên li dijî Îranê gotûbêj kirin. Lê belê di heman demê de, ew şanseke dawî dide dîplomasiyê da ku rêkeftineke nû pêk bê.
Li gorî berpirsên Amerîkî, Serokê Amerîkayê Donald Trump di çend rojên borî de zincîreyek civînên girîng ligel Wezîrê Ceng Pete Hegseth û Serokê Erkanê Giştî yê Artêşê Dan Cain encam dane. Di van civînan de planên leşkerî û egera lêdana "derbên kujer" li ser armancên Îranî hatine nirxandin.
Tevî amadebaşiya artêşê, Trump biryar daye ku hîn di rêya dîplomasiyê de berdewam be. Trump di wê baweriyê de ye ku êrişeke leşkerî di vê qonaxê de dibe ku derfeta gihîştina bi "rêkeftineke mezin" jinav bibe, ku armanc jê bidawîkirina bernameya atomî ya Îranê ye.
Trump derbarê mijarê de ragihand: "Danûstandin baş birêve diçin, lê belê eger Îran bi daxwazên min razî nebe, em ê vegerin ser bijardeya leşkerî û çi pêwîst be em ê wê bikin."
Di demekê de ku gefên şer hene, şandeyên taybet ên Trump, Steve Witkoff û Jared Kushner li Dohaya paytexta Qeterê ne. Ev şande ji bo encamdana danûstandinên nerasterast ligel aliyê Îranî li wir in. Her wiha, ji bo rêgirtina li her xeletfêmkirinekê, xeteke rasterast a peywendiyê di navbera Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) û Supayê Pasdaran ê Îranê de hatiye avakirin.
Li gorî zanyariyan, du xalên sereke wekî asteng li pêşiya rêkeftinê mane:
- Baca Keştiyan: Îran daxwaz dike ku ji keştiyên di tengavê re derbas dibin bacê wergire, lê Amerîka vê daxwazê bi tundî red dike.
- Bernameya Atomî: Washington dixwaze bernameya navokî ya Îranê bi temamî bidawî bibe, lê Tehran hîn di vê mijarê de hevkariyeke temam nake.
Trump ji alîkarên xwe re daye xuyakirin ku ew naxwaze welatê xwe bixe nav şerekî mezin, tenê di rewşekê de nebe: Eger Îran bibe sedema kuştina leşkerên Amerîkî. Serokê Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku rêkeftineke bihêz ji bombebarankirinê çêtir e, ji ber ku şer dibe sedema rawestandina bazirganiya cîhanî û kuştina gelek mirovan.
Çavdêrên siyasî diyar dikin ku Trump "lîstikeke dualî" dimeşîne; ji aliyekî ve bi cezayên aborî û gefên leşkerî fişarê dixe ser Îranê, ji aliyê din ve jî deriyê dîplomasiyê vekirî hiştiye, da ku Tehranê neçar bike bi mercên Amerîkayê razî bibe.