Li Îspanyayê zêdetirî hezar kesî ji ber germê jiyana xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Ewropayê pêleke tund a germê bi bandor e. Tenê di meha Hezîranê de li Îspanyayê 1,028 kes ji ber germa zêde canê xwe ji dest dane, ku ev rêje li gorî sala borî du qat zêdetir e.

Peymangeha Tenduristiyê ya Carlos III li Madrîdê di rapora xwe ya dawî de ragihand, di meha Hezîrana 2026an de li Îspanyayê 1,028 mirinên bi sedema germahiya zêde hatine tomarkirin. Di heman meha sala 2025an de ev hejmar 407 bû. Saziya Keşnasiyê ya Îspanyayê destnîşan kir ku ev meha Hezîranê, di dîroka keşnasiyê ya welat de "meha herî germ" bûye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyariyên tund da û diyar kir, li seranserê Ewropayê di nav 10 rojan de zêdetirî 1,300 kes jiyana xwe ji dest dane. Li Fransayê jî rayedaran ragihand, ji çarşema borî ve nêzîkî hezar kes ji asta asayî zêdetir mirine.

Rêveberê Giştî yê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus, ev pêla germahiyê wekî "kujerê bêdeng" binav kir û diyar kir, jêrxaneya Ewropayê, bi taybetî xanî, dibistan û kargeh, ji bo pileyên wiha bilind nehatine avakirin..

Li gorî daneyan, nêzîkî 191 mîlyon mirov li welatên mîna Almanya, Polonya û Macaristanê, di bin bandora germahiya 35 pile û jortir de ne. Bi giştî li parzemînê 381 milyon mirov rûbirûyî germahiya ser 30 pileyî bûne. 

Pispor hişyarî didin ku ji ber guherîna keşûhewayê, ev pêlên ku berê di her nifşekî de carekê dihatin dîtin, niha bûne diyardeyên salane.