Projeyeke stratejîk ji bo çareserkirina pirsgirêka ava giran a Hewlêrê tê cîbicîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina bingehîn a pirsgirêka kanalîzyona paytextê, projeyeke dîrokî û stratejîk dide destpêkirin. Ev proje dê binesaziya bajêr xurt bike û rojane bi sed hezaran metre çargoşe avê paqij bike.
Di çarçoveya hewildanên Kabineya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo parastina jîngeh û tenduristiya giştî, projeya stratejîk a kanalîzyona Hewlêrê ketiye qonaxa cîbicîkirinê.
Birêvebirê Kanalîzyona Hewlêrê Zerdeşt Ebdulxaliq Sersam ji Kurdistan24ê re ragihand, cara yekem e di dîroka paytextê de pirsgirêka avrêjê bi awayekî zanistî tê çareserkirin. Sersam diyar kir ku heta niha %10ê karên projeyê hatine temamkirin û tê çaverêkirin ku di nava 2 salan de bi tevahî bi dawî bibe.
Lêçûna vê projeya mezin nêzîkî 580 milyon dolar e û bi du qonaxan ji aliyê kompanyayeke navxweyî û kompanyayeke Japonî ve tê encamdan. Zerdeşt Ebdulxaliq Sersam derbarê kapasîteya projeyê de got: "Ev proje di qonaxa yekem de rojane dikare 262 hezar û 500 metre çargoşr avê paqij bike. Di qonaxa dawî de ev bir dê bigihîje 840 hezar metre goşe. Ev ava paqijkirî dê ji bo avdana baxçe, park û qadên kesk were bikaranîn."
Birêvebirê Giştî yê Av û Kanalîzyona Herêma Kurdistanê Arî Ehmed bal kişand ser aliyê tenduristiyê yê projeyê û got: "Şeş dergehên avrêjê yên li derveyî cadeya 120 metreyî dê ber bi vê projeyê ve werin veguhastin. Ev pêngav dê xizmeteke mezin ji bo tenduristiya giştî bike, ji ber ku %75ê nexweşiyên vegirtî (ku derbasî mirovan dibin) bi rêya kanalîzyonê belav dibin."
Ev projeya stratejîk ku di bin serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de tê birêvebirin, dê rê li ber bêhûdeçûna ava bîran bigire û hevsengiya jîngehê li paytext Hewlêrê biparêze. Bi temambûna vê projeyê, binesaziya Hewlêrê ber bi asteke nûjen û modern ve diçe.