Şandeka Herêma Kurdistanê li Viyanayê tevlî civîna dijî qaçaxçîtiya koçberan bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeka hevpar a Iraq û Herêma Kurdistanê li Viyanayê tevlî civîna duyê berpirsên bilind ên Hevpeymaniya Cîhanî ya Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan bû. Di wê civînê de, wê şandê tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevahengiya navdewletî û lihevguhertina zanyaran bo rêgrikirina li torên tawankariyan kir.
Civîna duyê ya berpirsên bilind ên Hevpeymaniya Cîhanî ya Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan îro (Çarşem, 1ê Tîrmeha 2026ê) li Bingeha Navdewletî ya Viyanayê li Awistryayê birêve çû.
Balyozê Iraqê li Awistryayê û Nûnerê Berdewam ê Iraqê li Neteweyên Yekbûyî Hîşam Elewî serokatiya şanda Komara Iraqê dikir. Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî tevlî wê civînê bû.
Bizavên Hewlêr û Bexdayê di rûbirûbûna qaçaxçîtiyê de
Di wê civînê de, wê şandê bal kişand ser bizav û ezmûnên Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan de, bi taybetî bi rêya bicihanîna rêkarên xweparastinê, pêşxistina qanûnî, hevahengiya navbera dezgehan û berfirehkirina hevkariyên navdewletî.
Wê şandê tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevpeymaniyan di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de kir, li gel berdewambûna karkirina hevpar ligel Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya Dijî Madeyên Hişber û Tawan û hevparên din ên navdewletî bi merema pêşxistina rêkarên qanûnî û dezgehî.
Stratejiya lihevguhertina zanyaran
Her di wê civînê de, pişkdaran behsa girîngiya peyrewkirina stratejiya hevkariyê li seranserî rêyên koçberiyê kir; bi rengekî ku lihevguhertina zanyaran û hevahengî di navbera welatên çavkanî, welatên tranzît û welatên merem de zêdetir bê çalakkirin, daku rê li ber bikaranîna Koçberan ji aliyê torên tawanbarî yên qaçaxçîtiyê bê girtin.
Ev pişkdariya hevpar a Komara Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşana pabendbûna cidî û bizavên wan ên bikom e, ji bo rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan û parastina silametiya welatiyan.