Omêd Xoşnaw: Hewlêr nimûneyeka cîhanî ye bo pêkvejiyana aştiyane ya olan

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê pêşwaziya şandeka hevpar a dêrên navdewletî û navxweyî kir û di wê hevdîtinê de hat tezekirin ku Hewlêr, bo pêkvejiyana aştiyane ya di navbera Misilman, Mesîhî, Êzidî û hemî pêkhateyên dî de, li deverê nimûneyeka cîhanî ye û dê her wesa jî bimîne.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro (Çarşem, 1ê Tîrmeha 2026ê) di çarçoveya xurtkirina peywendiyên mirovî û olî de, li dîwana parêzgehê pêşwaziya şandeka hevpar a dêrên navdewletî û navxweyî kir. Ew şand ji Serokê Dêra "Bexşiş"ê li Amerîkayê Qeşe Jim Brown û Serokê Dêra Îtîhad a Hewlêrê Qeşe Melaz Beysûn pêk hatibû.

Li gorî daxuyaniya Parêzgeha Hewlêrê, di wê civînê de danûstandin li ser çend dosyayên girîng ên girêdayî tenahî, pêkvejiyan û rewşa mirovî li Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Hewlêr; Paytexta aştî û pêkvejiyanê

Parêzgarê Hewlêrê bixêrhatina wê şandê kir û bal kişand ser dîroka zengîn a Herêma Kurdistanê bi giştî û parêzgeha Hewlêrê bi taybetî di warê parastina pêkvejiyana olî û neteweyî de. Omêd Xoşnav herwesa tekez jî kir ku Hewlêr li deverê bo pêkjiyana aştiyane ya di navbera Misilman, Mesîhî, Êzidî û pêkhateyên dî de nimûneyeka pêşeng e.

Di pareka dî ya wê civînê de, behsa qurbaniyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞê de jî hat kirin. Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku hêzên Pêşmergeyan bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî li şûna tevahiya cîhanê rûbirûyî metirsîdartirîn rêxistina terorîstî bûye û mirovahî ji wê gefê parastiye.

Xoşnaw tekez jî kir ku di dema êrîşên DAÎŞê de, Hewlêrê dergehên xwe ji bo bi hezaran malbatên Mesîhî yên deşta Neynewayê û deverên dî vekirin û hemî pêdivî û xizmmetkarî bo wan dabîn kirin.

Her di wê civînê de, behsa rola mirovî ya Herêma Kurdistanê wekî penageheka aram hat kirin, ne tenê bo welatiyên Iraqê belkî bo penaberên welatên cîran jî, ku li kamp û deverên deverên cuda cuda yên sînorê wê parêzgehê hatin xwecihkirin û tên parastin.

Astengiyên aborî û îradeya avadaniyê

Omêd Xoşnaw behsa astengiyên aborî û darayî yên li pêşiya projeyên xizmetkariyê kir û ragihand: "Eger ew astengî û dorpêçên darayî yên ku di dema borî de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li ser Herêma Kurdistanê dihatin peyrewkirin neban, niha asta pêşkeftin û avadaniyê li Hewlêra paytext di qonaxeka gelek pêşengtir de dibû. Lê tevî wan astengiyan jî, îradeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo xizmetkirin û ji nû ve ava,kirina paytextê bi xurtî maye."

Şanda mêvan jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe û dêrên xwe pêşkêşî serkirdetiya Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Hewlêrê kirin û pesnê wê azadiya olî ya berfireh a ku li Kurdistanê heye kir.

Şanda mêvan tekez jî kir ku Hewlêrê selimandiye ku paytexta aştî û lêborînê ye û parêzera rûmeta wan mirovan e yên ku ji ber bîr û bawer û olê rûbirûyî çewsandinê dibin. di wê çarçoveyê de jî, amadebûna xwe bo berdewambûna hevahengiyê di projeyên mirovî û xêrxwazî de tekez kir.