Mesrûr Barzanî sersaxî ji hunermend Heme Zîrek re xwest

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peywendiyeka telefonî de sersaxî ji hunermendê naskirî Heme Zîrek re xwest, ji ber koça dawiyê ya hevjîna wî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 1ê Tîrmeha 2026ê) bi rêya telefonê ligel hunermend Heme Zîrek axivî û ji ber koça dawiyê ya hevjîna wî sersaxî ji wî re xwest.

Hevjîna hunermendê gelêrî yê bajarê Hewlêrê Heme Zîrek li êvara Yekşema borî (28ê Hezîrana 2026ê) li mala xwe di dema amadekirina xwarinê de şewitî û ji ber giranî û bilindiya rêjeya şewata laşê wê, piştî derbazbûna 24 saetan di nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.