Hedad: Dizîna samanê giştî li Iraqê ji 2 trîlyon dolaran derbaz bûye

Munîr Hedad
Munîr Hedad

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Qanûnî yê Serokwezîrê Iraqê eşkere kir ku qebareya dizîna samanê giştî li Iraqê ji 2 trîlyon dolaran derbaz bûye. Navborî ragihand ku pêvajoya dadgehkirina gendelkarî bi eşkereyî tê weşandin û di vê çarçoveyê de jî Herêma Kurdistanê 8 tohmetbar radestî Bexdayê kirine.

Şêwirmendê Qanûnî yê Serokwezîrê Iraqê Munîr Hedad îro (Çarşem, 1ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de bo kanala "Al-Iraqiya"yê eşkere kir ku qebareya dizîna samanê giştî li Iraqê li derveyî hiş û mentiqî ye û gihîştiye zêdetirî 2 trîlyon dolaran.

Munîr Hedad ragihand ku pêvajoya dadgehkirina tohmetbaran dê bi awayekî eşkere û bi rêya rûniştinên vekirî be û wekî dadgehkirina serokên rejîma berê ya Beisê dê bo raya giştî bê weşandin.

Operasyonên nihênî û hevkariya Hewlêrê

Şêwirmendê Serokwezîr ron jî kir ku helmeta girtina tohmetbaran bi rengekê rojane û nihênî berdewam e, daku rê li ber reva tohmetbaran bê girtin. Navborî amaje bi hevahengiyeka baş a navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. 

Munîr Hedad herwisa ragihand: “Herêma Kurdistanê hevkariyeka baş pêşkêşî wan kiriye û heta niha 8 tohmetbarên gendeliyê radestî aliyên peywendîdar ên Bexdayê kirine, ku bizav kiribû penaya xwe bibin ber Herêma Kurdistanê.”

Li gorî gotinên Munîr Hedad, lîsteya tohmetbaran berpirsên pilebilind, di nav de wekîlên wezaretan, parlamenter û berpirsên niha û yên berê li vedigirin. Hedad eşkere jî kir ku ti zexteka navdewletî li ser vî karî nîne, belkî civaka navdewletî bi tundî piştgiriya Iraqê di şerê dijî gendeliyê de dike.

Ast û awayê gendeliyê

Hedad wekî nimûne diyar jî kir ku tenê hevjîna yek ji tohmetbaran xaniyek bi bihayê 5 milyon dolaran kiriye, di demekê de ku berpirsên dî hene ku zêdetirî 50 xanî û avahiyên mezin li ser navê xwe yan malbatên xwe tomar kirine.

Şêwirmendê qanûnî amaje bi wê yekê jî kir ku li gorî qanûnên Iraqê, heta lêpirsîn dê ligel  wan alî û hêzên siyasî jî bê kirin, ku bûne sedema damezrandina van kesan di postên hestiyar de.