Serbazekî Amerîkayî li Deryaya Erebî winda bûye û sê jî birîndar bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêza Deryayî ya Amerîkayê ragihand ku ji ber dadana bi neçarî ya helîkoptereka serbazî di Deryaya Erebî de, serbazekî endamê tîma balafirvaniyê bêserûşûn bûye û sê serbazên dî jî hatine rizgarkirin. Artêşa Amerîkayê jî diyar dike ku ti belgeyek nîne ku ew rûdan ji ber êrîşekê bûbe.

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îro (Çarşem, 1ê Tîrmeha 2026ê) ragihand ku helîkoptereka serbazî ya ji cûnê "MH-60S Knighthawk" bi neçarî li ser rûyê ava Deryaya Erebî dadaye. Artêşa Amerîkayê tekez jî kir ku ti sedemek nîne biselmîne ku ev rûdan ji ber êrîşeka dijminankarane qewimîbe.

Rizgarkirina tîmê û lêgerîna li pey serbazê winda

Li gorî zanyarên ajansa "Reuters"ê, sê endamên tîma balafirvaniyê ya di nav helîkopterê de hatine rizgarkirin û rewşa wan a tenduristiyê binecih e, lê serbazekî dî yê wê tîmê heta niha bêserûşûn e.

Fermandariya Pêncê ya Hêza Deryayî yên Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand: "Niha keştiyên me yên deryayî li deverê mijûlî pêvajoyeka berfireh a lêgerîn û pişkinînê ne, bo dîtina wî serbazê ku hîn winda ye. Hevdem lêkolîneka hûr li ser rewş û sedemên pişt rûdanê dest pê kiriye."

Her di wê daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ew helîkopter ji ser keştiya balafirhilgir a "USS George H.W. Bush" rabûye û erk pê hatiye sipartin.

Metirsiya dadana li ser avê

Reutersê bal kişandiye ser wê yekê jî ku dadana helîkopteran li ser rûyê avê dikare gelek xeter be, heta bo balafirvanên biezmûn jî; ji ber ku ew balafir û helîkopterên ku giraniya rûyê wan ê jorîn zêdetir e, di dema noqmbûna wan di nav avê de xetera wergerana wan zêde ye.

Ev rûdan di demekê de ye ku hêzên Amerîkayê li deverê di rewşa amadebaşiyê de ne, ji ber wan aloziyên demkî yên ku car caran di çarçoveya agirbesta navbera Waşinton û Tehranê de rû didin.