Li Kerkûkê biryara rûxandina taxeke Kurdnişîn hat dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Barûtxaneya Kerkûkê, bi dehan malbat li dijî biryara rûxandina xaniyên xwe derketin kolanan. Xwenpîşanderan wekî nerazîbûn rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ber çûnûhatinê girtin.
Niştecîhên taxa Barûtxaneyê ya Kerkûkê, ji ber biryara Rêveberiya Veberhênanê ya ji bo rûxandina xaniyên wan, xwenpîşandaneke li dar xistin. Li gorî peyamnêrê Kurdistan24ê, li Kerkûkê çend taxên Kurdnişîn ên ku piştî sala 2003yan hatine avakirin, rûbirûyî metirsiya rûxandinê ne. Îdareya bajêr bi hinceta "projeyên veberhênanê" daxwaza valakirina van erdan dike.
Yek ji xwenpîşanderan diyar kir, li taxê 330 malbat dijîn û îdareya bajêr daxwaza 64 donim erd ji wan dike. Herwiha got: "Heta roja Yekşemê dem dane me ku em malên xwe vala bikin. Dema em ji berpirsan dipirsin, her kes dibêje em bêagah in. Ev xelkê xizan dê bi kû ve biçe? Em daxwaz dikin ku tavilê ji vê biryarê vegerin."
Xwenpîşanderekî din bi xemgînî diyar kir ku wî xaniyê xwe bi deyn û di nav zor û zehmetiyan de ava kiriye, lê niha rûbirûyî rûxandinê ye.
Xwepêşander dibêjin, hêzên ewlehiyê bi fermana aliyên siyasî zextê li wan dikin û tundiyê bikar tînin. Her wiha beşek ji hemwelatiyan ev biryar wekî siyaseta 'Erebkirinê' pênase kirin û bang li Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî kirin, bi lez bê ser xetê û rê li ber vê neheqiyê bigire.
Xwenpîşanderên ku rêya sereke ya Hewlêr - Bexdayê girtine dan xuyakirin ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin û garantî neyê dayîn ku malên wan nayên rûxandin, ew ê rêyê venekin û çalakiya xwe berdewam bikin.