Dahat û xerciyên heft salên borî yên Hikûmeta Kurdistanê hatin belavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya projeya "Xizmeta Hewal" de, derbarê şefafiyet, dahat û xerciyên hikûmetê yên salên 2019 heta 2025an de raporeke berfireh û hûr belav kir.
Rapor bi hûrgulî ronahiyê dixe ser para Herêma Kurdistanê di yasaya budceya giştî ya Iraqê de, dahatên navxwe û yên petrolê, xerciyên mehane û salane, her wiha pêvajoya dabeşkirina mûçeyan di demên krîzê de. Hemû amarên di vê raporê de ne, ji aliyê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê ve hatine pejirandin.
Para Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de
Li gorî yasaya budceya Iraqê, para Herêma Kurdistanê %12.67ê tevahiya budceya giştî ya Iraqê ye, ji bilî budceya veberhênan û geşepêdana parêzgehan. Ev di demekê de ye ku li gorî serjimêriya dawî ya sala 2024an, nifûsa Herêmê %14.1ê tevahiya Iraqê pêk tîne.
Di heft salên borî de, ji nava 1 kuadrîlyon û 155 trîlyon dînarên budceya Iraqê de, para Herêma Kurdistanê wekî 146.4 trîlyon dînar hatibû diyarkirin, lê belê tenê 33.4 trîlyon dînar hatiye şandin. Bi vî awayî, tenê %2.8ê tevahiya budceya Iraqê gihîştiye Herêma Kurdistanê.
Hûrguliyên amarên budceyê û para Kurdistanê bi trîlyon dînar:
- Sala 2019: Budceya Iraqê 133.1 trîlyon, para Herêmê 16.8 trîlyon, piştî jêbirînê 9.7, pereyê hatiye şandin 5.3, pereyê nehatiye şandin 4.4 trîlyon dînar bûye.
- Sala 2020: Budceya Iraqê 148 trîlyon, para Herêmê 18.7 trîlyon, piştî jêbirînê sifir, pereyê hatiye şandin 2.1, pereyê nehatiye şandin sifir trîlyon dînar bûye.
- Sala 2021: Budceya Iraqê 129.9 trîlyon, para Herêmê 16.4 trîlyon, piştî jêbirînê 11.4, pereyê hatiye şandin 1.2, pereyê nehatiye şandin 10.2 trîlyon dînar bûye.
- Sala 2022: Budceya Iraqê 122 trîlyon, para Herêmê 15.4 trîlyon, piştî jêbirînê sifir, pereyê hatiye şandin 0.4, pereyê nehatiye şandin sifir trîlyon dînar bûye.
- Sala 2023: Budceya Iraqê 198.9 trîlyon, para Herêmê 25.2 trîlyon, piştî jêbirînê 16.4, pereyê hatiye şandin 4.6, pereyê nehatiye şandin 11.7 trîlyon dînar bûye.
- Sala 2024: Budceya Iraqê 211.8 trîlyon, para Herêmê 26.8 trîlyon, piştî jêbirînê 20.9, pereyê hatiye şandin 10, pereyê nehatiye şandin 10.8 trîlyon dînar bûye.
- Sala 2025: Budceya Iraqê 211.8 trîlyon, para Herêmê 26.8 trîlyon, piştî jêbirînê 20.9, pereyê hatiye şandin 9.5, pereyê nehatiye şandin 11.3 trîlyon dînar bûye.
Xerciyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Tevahiya xerciya kiryarî ya sala 2025an 14.3 trîlyon dînar bûye. Hikûmet ji bo xerciyên giştî di salekê de pêwîstiya wê bi nêzîkî 16.5 trîlyon dînarî heye.
Sala borî, 10 trîlyon dînar tenê ji bo mûçeyan hatiye xerckirin. Nêzîkî trîlyonek dînar ji bo projeyên stratejîk, 482 mîlyar dînar ji bo dabînkirina kehrebeyê û şayisteyên darayî yên kompanyayan, her wiha 2.7 trîlyon dînar jî wekî xerciya bikarbirinê hatiye terxankirin.
Ji bilî mûçeyan, mehane di navbera 130 heta 160 mîlyar dînarî de, ji bo birêvebirina damûdezgeh û xizmetguzariyan tê xerckirin.
Xerciyên mehane yên hikûmetê:
- Pêşîne û bexşîn: 64,000,000,000 dînar.
- Çêkirina rêyan û avakirina parkan: 30,000,000,000 dînar.
- Paqijkirina bajaran û nexweşxaneyan: 12,000,000,000 dînar.
- Kirîna sotemeniyê ji bo fermangehan: 8,000,000,000 dînar.
- Derman û pêdiviyên bijîşkî: 7,000,000,000 dînar.
- Xwarina girtiyan û nexweşan: 7,000,000,000 dînar.
- Kirêya avahiyan: 2,000,000,000 dînar.
- Kirêya mamosteyên wanebêj û peymanan: 42,623,920,000 dînar.
- Veberhênan û geşepêdan: 90,000,000,000 dînar.
- Dabînkirina darayî ji bo Wezareta Darayî ya Federal: 120,000,000,000 dînar.
Dahatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Tevahiya dahata Herêma Kurdistanê di heft salên borî de 51.3 trîlyon dînar bûye ku ji dahatên petrolê û ne-petrolê pêk tê. Çavkaniyên dahatê bi vî awayî hatine dabeşkirin:
1- Dahata petrolê: %44ê tevahiya dahatan pêk tîne.
2- Dahata wezaretan: %27ê tevahiya dahatan pêk tîne.
3- Dahata gumrukê: %18ê tevahiya dahatan pêk tîne.
4- Dahata bacê: %10ê tevahiya dahatan pêk tîne.
Birê firotina petrolê li gorî salan bi vî awayî bûye:
- Sala 2019: 4,340,355,000,000 dînar bûye.
- Sala 2020: Daketiye 3,007,957,000,000 dînarî.
- Sala 2021: Bilind bûye bo 5,557,000,000,000 dînarî.
- Sala 2022: Gihiştiye 7,777,096,000,000 dînarî.
- Destpêka sala 2023: Tenê 1,895,538,000,000 dînar bûye û piştî wê firotin hatiye rawestandin.
Tevî krîzan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye bi vî awayî mûçeyan dabeş bike:
- Sala 2019: 12 mûçe hatine dabeşkirin.
- Sala 2020: 8 mûçe hatine dabeşkirin.
- Sala 2021: 12 mûçe hatine dabeşkirin.
- Sala 2022: 12 mûçeyên tam hatine dabeşkirin.
- Sala 2023: 9 mûçe hatine dabeşkirin.
- Sala 2024: 11 mûçe hatine dabeşkirin.
Di heyama heft salan de, tenê 10 mûçe nehatine dabeşkirin; sedema vê yekê jî rasterast dikeve ser milê Hikûmeta Federal. Di heman demê de, rêjeya %49ê mûçeyan li ser dahata navxwe hatiye dabînkirin. Niha hikûmet mehane ji bo mûçeyan pêwîstiya wê bi 980 milyar heta trîlyonek dînarî heye û hejmara giştî ya mûçegirên Herêmê 1,190,391 kes e.
Hûrguliyên hejmara mûçegiran û sûdmendan û terxankirina pereyê wan ê mehane:
- Fermanberên herdemî: 382,350 kes – 366,384,000,000 dînar.
- Xanenşînên şaristanî (sîvîl): 201,337 kes – 126,771,000,000 dînar.
- Hêzên Pêşmerge: 152,182 kes – 123,010,000,000 dînar.
- Hêzên navxwe: 87,505 kes – 105,636,000,000 dînar.
- Xanenşînên Pêşmerge: 139,015 kes – 96,057,000,000 dînar.
- Hêzên Asayîşê: 42,896 kes – 67,063,000,000 dînar.
- Kesûkarên şehîd û enfalkiriyan: 83,224 kes – 36,766,000,000 dînar.
- Fermanberên bi peyman (girêbest): 30,937 kes – 13,838,000,000 dînar.
- Tora parastina civakî: 70,945 kes – 10,292,000,000 dînar.
- Tevahiya giştî: 1,190,391 kes – 945,817,000,000 dînar.
Hejmara fermanberab, mamosteyên bi peyman, wanebêj û mûçegirên din ên li ser dahata navxwe:
- Kirêya wanebêjiya Wezareta Perwerdeyê: 37,933 kes – 18,577,850,000 dînar.
- Kirêya wanebêjiya Wezareta Xwendina Bilind: 3,449 kes – 1,939,750,000 dînar.
- Peymanên (girêbest) li ser dahata navxwe: 36,790 kes – 18,202,132,000 dînar.
- Peymanên li ser budceya asayîşê: 5,167 kes – 2,494,998,000 dînar.
- Peymanên li ser dahata fermangehan: 1,026 kes – 454,025,000 dînar.
- Peymanên li ser pêşîneya mehane: 1,201 kes – 438,246,000 dînar.
- Peymanên li ser dahata geşepêdanê: 750 kes – 336,420,000 dînar.
- Peymanên bi kirêya rojane: 466 kes – 178,564,000 dînar.
- Peymanên li ser handanê: 9 kes – 1,935,000 dînar.
- Tevahiya giştî: 86,791 kes – 42,623,920,000 dînar.