Dadgeha Pêdaçûnê ya Federal biryara darvekirina tawanbarekî Enfalê pejirand
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Pêdaçûnê (Temyîz) a Federal a Iraqê, cezayê darvekirinê bo tawanbar Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî pejirand. Tikrîtî bi tawanên jenosîd, tawana li dijî mirovahiyê û destdirêjiya seksî ya li ser qurbaniyên Enfalê hat tawanbarkirin.
Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê îro 2yê Tîrmeha 2026an ragihand, Dadgeha Pêdaçûnê ya Federal biryara darvekirina "Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî" bi awayekî fermî pejirandiye. Ev tawanbar bi encamdana tawanên herî giran ên li dijî gelê Kurd di dema kampanyayên Enfalê de dihat darizandin.
Serokê dadgehê Dadwer Seid Lamî di daxuyaniyekê de ji bo ajansa nûçeyan a Iraqê (INA) diyar kir, Ecac Tikrîtî berpirsê komkujiya li dijî welatiyên sivîl ên Kurd e.
Dadwer Lamî hûrguliyên tawanên wî wiha eşkere kirin: "Tawanbar li zindana Nugre Selman tawanên hov li dijî girtiyan encam dane. Di nav van de birçîkirin, tîkirin û eşkencekirina girtiyan heta mirinê heye. Her wiha hatiye îsbatkirin ku tawanbar destdirêjiya seksî li ser çend jinên girtî kiriye; ev kiryar bûn bingeha sereke ya giranbûna cezayê wî."
Dosya li benda îmzeya Serokkomar e
Dadwer Seed Lamî destnîşan kir, piştî pejirandina dadgehê, dosya ji bo derxistina "Biryarnameya Serokkomariyê" hat şandin bo Serokkomariya Iraqê. Piştî ku serokkomar vê biryarê îmze bike, cezayê darvekirinê dê bikeve qonaxa cîbicîkirinê.
Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê berê di 14ê Gulana îsal de biryara darvekirinê dabû, lê bi pejirandina Dadgeha Pêdaçûnê re, ev biryar niha bûye biryareke dawî.