Feyaz: Di rûdanên dawiyê de zêdetirî 100 bingehên Heşda Şeibî hatine armanckirin

Falih Feyaz
Falih Feyaz

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Hêzên Heşda Şeibî ragihand ku di şer û aloziyên vê dawiyê de zêdetirî 100 bingehên wan hatine armanckirin û bi dehan çekdarên wan jî hatine kuştin.

Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz îro (Pêncjşem, 2ê Tîrmeha 2026ê) li parêzgeha Neynewayê ragihand: "Di şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, 110 bingehên Heşda Şeibî li Iraqê ketine ber êrişên esmanî û hatine armanckirin."

Amarên qurbaniyan û deverên zirardîtî

Feyaz herwesa bal kişand ser wê yekê jî ku ji ber êrîşên esmanî, 100 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin. Navborî diyar jî kir ku di sê salên borî de, herî zêde hejmara qurbaniyên wan li parêzgehên Neynewa, Selahedîn û Enbarê bûne.

Serokê Desteya Heşda Şeibî tekez jî kir ku armanca hêzên wan parastina welatiyên Iraqê ye. Ev jî di demanekê de ye ku Amerîkayê di dema şerê xwe yê ligel Îranê de, herî zêde êrîş biribûn ser bingehên Heşda Şeibî.

Zextên Amerîkayê û hilweşandina koman

Berî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Amerîkayê hişyarî dabû ku nabe ti komeka çekdar a Iraqê di kabîneya nû ya hikûmetê de cih bigire, divê ew xwe hilweşînin û tevlî nav hêzên serbazî yên fermî yên Iraqê bibin.

Heta niha sê komên çekdar ên Iraqî (Seraya Selam, Ketaîb Îmam Elî û Ketaîb Seyidulşuheda) xwe hilweşandine, lê Hizbullaha Iraqê red kiriye ku çekên xwe dane.