Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Pêşmergeyê dêrîn Ebdulrehman Pêdawî re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber wexera dawiyê ya Pêşmergeyê dêrîn ê her du şoreşên Îlon û Gulanê Ebdulrehman Pêdawî, peyameka sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên wî kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 2ê Tîrmeha 2026ê) ji ber wexera dawiyê ya Pêşmergeyê dêrîn ê her du şoreşên Îlon û Gulanê Ebdulrehman Pêdawî, peyameka sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa ji Xudayê mezin daxwaz kir ku wexerkirî bi biheştê şa bike û sebr û hedarê bide kesûkar, dost û hevalên wî.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Ji bo wexera dûmahiyê ya Pêşmergeyê dêrîn ê her du şoreşên Îlon û Gulanê (Ebdulrehman Pêdawî), ez sersaxiyê ji malbata wan a rêzdar re dixwazim û ez hevpişkê xema wan im. Xudêyê mezin canê wî bi biheştê şa bike û sebr û hedarê bi malbat, kesûkar, dost û hevalên wî bide.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê