Helebce: Piştî hefteyekê, termê xortê 18 salî hat dîtin

Bawan Yûsif
Bawan Yûsif

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî hefteyekê ji xeniqîn û windabûna wî, vê êvarê termê xortê 18 salî yê bi navê Bawan Yûsif di Rûbarê Sîrwan de hat dîtin.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Helebceyê Rêber Zanyar Omer ji Kurdistan24ê re ragihand ku vê êvarê (Pêncşem, 2ê Tîrmeha 2026ê), termê Bawan Yûsif ê 18 salî, ku berî hefteyekê di dema melevaniyan de di Rûbarê Sîrwan de xeniqîbû, hate dîtin.

Berdevkê navborî diyar jî kir ku termê wî li nêzîkî gundê Kewteyê di nav Rûbarê Sîrwan de (li sînorê devera Newroliyê) hatiye dîtin û ji bo pişkinîna pizîşkiya dad hatiye veguhastin.

Rûdana duyê ya xeniqînê di mehekê de

Ev rûdan di dema mehekê de dibe haletê duyê yê xeniqînê li sînorê parêzgeha Helebceyê. Rûdana yekê li Çavkaniya Zelmê bû ku tê de zarokeka 11 salî canê xwe ji dest dabû, û termê ku îro hatiye dîtin dibe haletê duyê yê xeniqînê ku li wê deverê tê tomarkirin.

Ev xortê 18 salî, danê êvara yê roja Înê (26ê Hezîrana 2026ê) di dema melevaniyan de li nêzîkî gundê Sazanê yê parêzgeha Helebceyê, di nav ava Rûbarê Sîrwan de winda bûbû. Ji wê rojê ve tîmên Berevaniya Şaristanî û welatiyan berdewam li dû termê wî digeriyan.

Ji destpêka heyva borî ve û ligel destpêkirina demsala germê, Rêveberiya Berevaniya Şaristanî hişyariyê dide welatiyan û daxwazê ji wan dike ku ji bo parastina jiyana xwe, ji melevaniyan li cihên qedexekirî û rûbarên xur dûr bikevin.