Hewlêr û Bexda tîmeka hevpar bo vekirina gorên bikom pêk tînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Gorên Bikom li Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ligel Bexdayê gehiştine hevfêmkirinekê bo pêkanîna tîmeka hevpar bi merema bilezkirina pêvajoya vekirina gorên bikom û hevahengiyê di edilandina qanûna girêdayî wê pirsê de.

Rêveberê Gorên Bikom li Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiryan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aram Nûrî îro (Pêncşem, 2ê Tîrmeha 2026ê) bo malpera Kurdistan24ê ragihand ku wan îro civîneka giring ligel Serokê Dezgeha Şehîdên Îraqê kiriye û tê de pirsa gorên bikom wekî tewerekî serekî hatiye behskirin.

Astengiyên pêvajoyê û pêşniyarên Kurdistanê

Aram Nûrî diyar jî kir ku wekî Wezareta Şehîdan, wan gelek têbînî û pêşniyar pêşkêşî aliyê Îraqî kirine. Yek ji wan têbîniyan ew bû ku Nivîsîngeha Gorên Bikom a Îraqê bi tenê û bêyî vegeriyana bo Wezareta Şehîdan a Herêma Kurdistanê yan pişkdarnekirina aliyên peywendîdar ên din, kar li ser vekirina goran dikir.

Ji bo çareserkirina vê yekê, wan pêşniyar kiriye ku wekî caran tîmeka hevpar di navbera Wezareta Karûbarên Şehîdan û Dezgeha Şehîdan a Îraqê de bê pêkanîn, ji bo birêvebirina karan bilezkirina pêvajoya vekirina gorên bikom.

Guhertina qanûnê û pêngavên paşerojê

Tewerekê dî yê wê civînê girêdayî qanûna gorên bikom bû, ku niha projeyek bo guhertina wê amade ye. Rêveberê Gorên Bikom li Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiryan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: "Qanûnek heye û niha projeyek bo edilandina wê hatiye amadekirin.”

Aram Nûrî herwesa got: “Me nêrinên xwe bi nivîsarekê pêşkêşî wan kirine; em dixwazin di nav wê qanûnê de pirsa gorên bikom bi Wezareta Şehîdan û Dezgeha Şehîdan ve bê girêdan, ji ber ku ev pirseka hevpar e û tevahiya dosyeya Enfalkiriyan û kesûkarên wan li ba me ye. Ên ku di nav goran de ne şehîdên jenosîda ne, lewma nabe em haydar nebin."

Li ser bersiva aliyê Iraqî, navborî ragihand: “Serokê Dezgeha Şehîdan a Îraqê pêşwaziyeka baş li van pêşniyaran kiriye û Rêveberê Giştî yê Nivîsîngeha Qanûnî raspardiriye daku ligel me danûstandinan bike, bo danana hevfêmkirinekê. Herwesa biryar e di paşerojê de ew serdana Herêma Kurdistanê bikin, bo kirina zêdetir danûstandinan û îmzakirina wê hevfêmkirinê.

Şandeka Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev çend roj in ji bo nîqaşkirina çend pirsan li Bexdayê ne û ligel Serokwezîrê Îraqê jî civiyan.