Dihok: Mizgefteke kevnar li Bamernê tê nûjenkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Keleporî ya Dihokê û li ser hisaba çend xêrxwazan, karê nûjenkirina Mizgefta Binê Gundî li nahiyeya Bamernê ya girêdayî qezaya Amêdiyê hatiye destpêkirin, ku dîroka avakirina wê bo serdema Etabegiyan (berî 850 heta 900 salan) vedigere.
Ev mizgefta kevnar ku di dema borî de navendeka giring a dînî û zanistî bûye, nêzîkî 50 salan e ku herifiye û di metirsiya jinavçûnê de bû. Niha tîmên şareza û xwebexş bizavê dikin ku li ser awayê wê yê resen û şûnwarî careka dî wê ava bikin.
Hestê neteweyî û parastina dîrokê
Dr. Îsmaîl Bamernî, wekî xwebexşekî ku li ser hisaba xwe ya taybet piştgiriya vê projeyê dike, ragihand: "Şûnwarên ku li vê derê hene jiyê wan ne tenê yek hezar sal e, jiyê hin ji wan du hezar û sê hezar sal in. Ev yek wesa li me dike ku divê hestê her kesî hebe ku ev milkê me tevan e. Her kesê bê, dê pişkekê ji dîroka xwe di vê derê de bibîne."
Şûnwarnas Ebdulbarî Hesen jî, ku bi rengekê xwebexş û bi destên xwe li ser nûjenkirina mizgeftê kar dike, parastina şûnwaran wekî erk dibîne û dibêje: "Dîroka vê mizgeftê bo serdema Etabegiyan vedigere. Ew cihên ku xirab nebûne, me wekî xwe hêlane. Cihên dî jî, em bizavê dikin ku careka dî mîna awayê wan ê berê çê bikin."
Cihên şûnwarî li parêzgeha Dihokê
Li gorî amarên fermî, du hezar û 815 cihên şûnwarî yên tomarkirî li parêzgeha Dihokê hene ku 50 ji wan li qezaya Amêdiyê ne. Lê, berpirsên Rêveberiya Şûnwarî didin zanîn ku li dû vekolanên wan, hejmara şûnwaran gelek ji vê zêdetir e, lê ji ber aloziyên ewlehiyê yên deverê yên di salên borî de, wan neşiyaye wan hemiyan bi duristî tomar bikin.