Zaxo: Rêjeya cadeyên neqîrkirî ji 65% daket 15%
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi buhayê zêdetir ji 520 milyon dînaran û di du qonaxan de, projeya qîrkirina cadeyên gundên Navkendala û Sersîlavkê li sînorê nahiya Avkaniyê ber bi dawiyê ve diçe, bi vî awayî jî kêşeya 32 salan a welatiyan hat çareserkirin.
Li gorî zaniyarên K24ê, gundê Navkendala, ku gundekê Krîstiyanan e û zêdetir ji 40 malan tê de dijîn, ev nêzîkî 32 salan bû ji ber xirabiya cadeya serekî dinalîn. Gundî di demsala Havînê de di nav tozê û di demsala Zivistanê de jî di nav heriyê de dihatin û diçûn, lê niha ji aliyê dezgehên peywendîdar ên hikûmetê ve cadeyên wan hatine qîrkirin.
Endamê Lijneya Serperiştiya Projeyê Xelat Hicî ragihand ku ev proje bi buhayê zêdetir ji 520 milyon dînarên Iraqî hatiye bicihanîn û niha di qonaxên dawiyê de ye û nêzîkî rêjeya 100% bi dawî dibe û dikeve di xizmeta gundiyan de.
Muxtarê gundê navborî Basim Cibrayîl û şêniyê gund Qeyser Şahîn jî dilxweşiya xwe li ser çareserkirina vê arêşeya demdirêj diyar kir.
Ji destpêka karkirina Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ve, şoreşeka mezin a avedankirinê di warê cade û rêyan de hatiye destpêkirin. Bi dirêjahiya zêdetir ji 246 kîlometran cadeyên navenda bajarê Zaxoyê hatine qîrkirin. Herwesa, bi dirêjahiya 285 kîlometran jî cadeyên gundan hatine qîrkirin û sexbêrîkirin.
Berî ku Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bê ragihandin, rêjeya 65% ya cadeyên deverê neqîrkirî bûn, lê niha bi rêya van projeyan ew rêjeya xirab tenê bo 15% daketiye.