Qalîbaf ji bo Trump: Xema 40 milyon birçiyên welatê xwe bixwe, ne ya Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, bersivê daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê aboriya Îranê de. Qalîbaf Amerîka tawanbar kir ku bi êrişên li ser Îranê, dixwaze qeyranên xwe yên navxweyî veşêre.
Serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê tora civakî X’ê nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên dawî yên berpirsên Washingtonê û Donald Trump da. Qalîbaf diyar kir, Amerîka bi xwe di nav krîzeke kûr de ye û hewl dide bala raya giştî ji ser pirsgirêkên xwe yên navxwe bibe ser Îranê.
Qalîbaf wiha got: "Li welatê we zêdetirî 40 milyon welatî hene ku bi alîkariyên xwarinê (SNAP) dijîn, lê hûn welatekî din wekî 'birçî' pênase dikin. Ev ne daxuyanî ye, lê hewildanek e ji bo veşartina wan tengaviyên ku hûn bi xwe tê de asê mane."
Her wiha bal kişand ser serweriya Îranê û got: "Amanc û şîretên xwe yên li ser bernameyên xwarinê ji xwe re bihêlin. Sermaye û biryarên me di destê me de ne; çêtir e hûn xema kêmxwariniya li welatê xwe bixwin."
Ev bertek piştî wê yekê hat ku Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel kanala "CNBC" gotibû, zextên Amerîkayê aboriya Îranê hilweşandiye û enflasyon li wî welatî gihiştiye %300î. Trump her wiha dabû xuyakirin ku Tehran mercên wan qebûl kirine û dê pereyên xwe yên blokekirî ji bo kirîna genim û garisa Amerîkayê bikar bîne.
Niha di navbera her du welatan de li ser mijara pereyên Îranê yên li derve û rewşa Tengava Hurmizê danûstandinên teknîkî berdewam dikin.
Xala sereke ya nakokiyê di navbera her du welatan de, li ser awayê bikaranîna pereyên blokekirî ye; Washington şertê datîne ku divê Îran wan sermayeyan tenê ji bo kirîna berhemên Amerîkî xerc bike, lê belê Tehran vê mercê bi tundî red dike û tekez dike ku wekî mafekî serwerî, ew dikarin sermayeyên xwe li kîjan welatî û ji bo kîjan berhemî bixwazin bikar bînin.