Brîtanya û Fransa ji bo parastina Tengava Hurmizê hêzeke navdewletî bicih dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Brîtanya û Fransa amadehiya xwe ragihandin ku hêzeke leşkerî ya pir-neteweyî li Tengava Hurmizê bi cih bikin. Armanc ji vê pêngavê parastina azadiya keştiyaniyê û misogerkirina asayîşa bazirganiya cîhanî ye.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, di daxuyaniyeke hevpar de bal kişandin ser giringiya stratejîk a navçeyê. Her du lîderan Tengava Hurmizê wekî "şaxwînbera aboriya cîhanê" pênase kirin û diyar kirin ku parastina ewlehiya keştiyên navdewletî berpirsiyariyeke mezin e.
Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin, Oman razî bûye ku di vê projeyê de ligel Brîtanya û Fransayê hevkariyê bike. Herwiha destnîşan kirin ku ev hêza leşkerî dê kar di çarçoveya yasaya navdewletî de bike û dê rêz li serweriya welatên navçeyê were girtin.
Ev pêngava nû piştî wê yekê tê, di mehên borî de ji ber rûbirûbûnên leşkerî yên di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de, çûnûhatina keştiyan li tengavê rastî astengiyan hatibû. Ew aloziya berê bûbû sedema krîza enerjiyê û bilindbûna nirxê sotemeniyê li seranserê cîhanê.
Tevî ku piştî rêkeftina agirbestê ya navbera Tehran û Washingtonê rewş hinekî asayî bûye, lê hêzên Ewropî di wê baweriyê de ne ku ji bo rêgirtina li krîzên nû, pêwîstî bi mîkanîzmayeke mayînde ya parastinê heye.
Brîtanya û Fransa careke din pabendbûna xwe ya ji bo aramiya Rojhilata Navîn û parastina azadiya gera deryayî nîşan dan û ragihandin ku ew ê bi hevahengiya ligel hevparên xwe yên navdewletî xebatên xwe berdewam bikin.