Hiqûqnas: Divê dewlet pirsa Kurd tenê bi danîna çekan ve girê nede
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk de, derbarê pêvajoya çareseriya pirsa kurd de bal hate kêşan ku aştî û çareseriya mayînde bi nasîna mafên kurdan pêkan e. Hiqûqnasan hişyarî dan ku eger çarçove yasaya bo pêvajoyê tê derxistin bi wergirtina nêrîna hemû aliyan neye amadekirin, ev yek dê derbarê çarenivîsa pêvajoyê de, metirsiyên mezin bi xwe re bîne.
Ji aliyê rêxistinên mafparêz û hiqûqnasan ve li Diyarbekirê di Navenda Kongre Ya Çandamedê de, Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hat li darxistin. Di konferansê de hat amajekirin ku bo hiqûqek demokratîk pêdivî bi aştî statu û azadiyê heye û di vê çarçoveyê de pêvajoya çareseriya pirsa kurd jî hat nirxandin. Beşdarên konferansê de amaje kirin ku niha di pêvajoya çareseriyê de qonaxa derxistina çarçove yasaya veger heye û di qonaxa piştî yasaya çarçove de jî dê nasîna mafên kurdan were rojevê.
Serokê Baroya Diyarbekirê Abdulkadîr Guleç ji K24ê re got: “Ziman û nasnameya kurdî divê di asta desturî de werin nasîn, lê niha di qonaxa yekem de dê çarçove yasay were derxistin û paşê di qonaxa duyem dê ew tişt werin nîqaşkirin.”
Di konferansa Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk de, derbarê yasaya çarçove de jî hişyarî hat dayîn ku divê bi wergrtina nêrîna hemû aliyan were amadekirin ku hiqûqnasan amaje kirin divê dewlet pirsa kurd tenê bi danîna çekan ve gire nede.
Hiqûqnas Weysel Wesek dibêje: “Pirsa Kurd bi danîna çekan çareser nabe, pirsa Kurd bi gavên nasîna ziman û bi gavên nasîna nasnameya Kurd tê çareserkirin û ev yek jî di çarçoveya destûrî de çêdibin, divê Kurd xwedî statu bin, divê kurd xwe birêvebibin.”
Hevserokê Komeleya Mafên Mırovan Cîhan Aydin di konferansê de got: “Heger çarçoveyasa bi muxatabên wê re neye amadekirin û lihevkirinek li ser çênebe û bi taybetî jî nêrînên Abdullah Ocalan neyên standin, ev yek dê di warê cîbicîkirina yasayê de pirsgirêkan derxe holê û dema yasayek ku di warê cîbicîkirinê de kêmasiyê wê hebin were derxistin ev yek dê metirsiya hilweşîna pêvajoyê bi xwe re bîne.”
Hiqûqnas balê dikêşin ku danîna çekan bo serkefttina pêvajoyê gavek girîng bû, lê bo çareseriyek divê sedemên bikaranîna çekan ji holê rabin û ev yek jî bi nasîna ziman û nasname di asta desturî de pêkan e.