Piştî 2003an nîvê Kurdên Mûsilê ji bajarê xwe derketine
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî sala 2003an, hejmareke mezin a Kurdên Mûsilê bajarê xwe bicih hîştine û berê xwe dan Herêma Kurdistanê. Li gorî amaran, niha li navenda Mûsilê tenê ji sedî 7 heta 9 Kurd mane.
Mûsil ku navenda parêzgeha Neynewayê û duyemîn bajarê herî mezin ê Iraqê ye, di salên dawî de rûbirûyî guherîneke mezin a demografîk bûye. Berê Mûsil bi "Bajarê Pêxemberan" û bi pêkvejiyana rengîn a pêkhateyan dihat naskirin, lê niha valahiyeke mezin a civakî tê de tê hestkirin. Kurdên ku li bajêr mane û pêkhateyên din, nexasim Ereban, daxwaza vegera wan rojên kevn dikin.
Karsazê Kurd ê li navenda Mûsilê Îmad Hesen balê dikişîne ser kêmbûna berçav a nifûsa Kurdan û dibêje: "Berê li hin navçeyan rêjeya Kurdan digihîşt %90î, lê niha daketiye bin %10î. Em dixwazin Kurd vegerin, ji ber ku hebûna cîran û hevneteweyên me jiyanê ji bo me xweştir dike."
Di heman demê de, dikandarê Mûsilê Hisên Ebas jî tekezî li ser biratiya pêkhateyan dike û dibêje: "Mûsil bajarê her kesî ye; Kurd, Şebek, Tirkmen û Ereb. Em hemû bira ne û em dixwazin hemû kesên ku çûne, vegerin bajarê xwe."
Koçkirina Kurdan ne tenê bandor li ser civaka Kurd, lê li ser cîranên wan ên Ereb jî kiriye. Welatiyê Ereb ê li Mûsilê Zenûn Yûnis bi hesret behsa rojên borî dike û wiha dibêje: "Hemû cîran û hevalên min çûn Herêma Kurdistanê; li Dihok, Hewlêr, Kelek û Berdereşê bicih bûn. Ew hemû birayên min in. Ez daxwaz ji wan dikim ku vegerin, ez xwezî bi wan rojên berê dixwazim."
Tevî kêmbûna nifûsê jî, hîna nasnameya Kurdî li ser gelek taxên bajêr diyar e. Li Mûsilê şeş taxên mezin ên Kurdan hene:
- Li Berê Çepê Çemê Dicleyê (Rojhilat): Taxên Bazara Nebî, Bazara Kurdan, Etşane, Cezayîr, Arpeçiya, Şêxan û Kerame.
- Li Berê Rastê Çem (Rojava): Taxên Farûq, Necar û çendîn taxên din ên ku hîna wek taxên Kurdan tên naskirin.