Wezareta Perwerdeyê şertên wergirtina xwendekaran bo sala nû ya xwendinê eşkere kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkar û şertên wergirtin û navnivîsandina zarok û xwendekaran bo sala xwendinê ya 2025-2026ê li dezgeh û dibistanên hikûmî ragehand û jiyê wergirtinê jî diyar kir.
Li gorî nivîsareka fermî ya Wezareta Perwerdeyê ku îmzaya Wezîrê Perwerdeyê Alan Hama Seîd li ser e, pêvajoya wergirtinê li baxçeyên zarokan û pola yekê ya bineretî li roja 15ê Tîrmeha 2026ê de dest pê dike û heta 19ê Tebaxa 2026ê berdewam dibe.
Şertên Jî Bo Wergirtinê bi vî rengî ne:
1. Baxçeyên Savayan (Hikûmî)
Qonaxa Yekê: Ew zarokên ku di navbera 01/01/2022 heta 31/12/2022ê de hatine ser dinyayê.
Qonaxa Duyê: Ew zarokên ku di navbera 01/01/2021 heta 31/12/2021ê de hatine ser dinyayê.
2. Pola Yekê ya Bineretî
Tenê wan xwendekaran vedigire yên ku di navbera 01/01/2020 heta 31/12/2020ê de hatine ser dinyayê.
Tomarkirin û Sîstema "E-parwarda"yê:
Wezareta Perwerdeyê bal kişandiye ser giringiya bikaranîna sîstema dîjîtal û tixûbên demî bi vî awayî destnîşan kirine:
20ê Tebaxa 2026ê: Divê heta vê rojê navên hemî zarok û xwendekaran di sîstema elektronîk a “E-parwarda”yê de bên tomarkirin û pol bên cudakirin.
6ê Îlona 2026ê: Wekî derfetê dawiyê bo parvekirina pişkên waneyên mamostayan û binecihkirina xişteya xwendinê hatiye diyarkirin.
Wergirtina li Peymangehan: Di nivîsarê de hatiye diyarkirin ku wergirtina li peymangehan dê li gorî rênimayên giştî yên Rêveberiya Giştî ya Peymangehan be. Lê ji bo wan peymangehên pîşeyî yên ku bi sîstema Îngilîzî dixwînin, serlêdan tenê bi awayê elektronîk dibe.
Ev biryara fermî seranserî rêveberiyên giştî yên perwerdeyê li parêzgeh û îdareyên serbixwe (Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebce, Germiyan, Raperîn, Soran û Xwendina Kurdî li Kerkûkê) vedigire.