Hewlêr: Rêya Şeqlawa - Korê û tunêlên Mîrawayê bi dawî dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku projeya stratejîk a rêya Korê - Şeqlawa - Qendîl ligel her du tunêlên Mîrawa - Maweran, qonaxên pir baş ên karkirînê derbaz birîne û beriya dema xwe ya diyarkirî nêzîkî temambûna bi yekcarî dibin.

Parêzgeha Hewlêrê îro (Yekşem, 5ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyeka fermî de aşkere kir ku projeya stratejîk a rêya Korê - Şeqlawa - Qendîl ligel her du tunêlên Mîrawa - Maweran, qonaxên pir baş ên karkirînê derbaz birîne.

Amaje jî da ku ev projeya neteweyî ya giring, ku bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dest pê hatiye kirin, di çarçoveya dîtin û karnameya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo pêşxistina jêrxaneya rêyan tê bicihanîn û heta niha karên wê bi rengekê serkeftî bi rêve çûne.

Taybetmendiyên projeyê û budceya darayî

Di wê daxuyaniyê de hûrgiliyên endaziyarî û darayî yên vê projeyê hatine diyarkirin, ku bi vî rengî ne:

- Gujmê darayî: Ji bo vê projeyê bi rengekê giştî 95 milyar dînarên Îraqî hatine terxankirin.
- Şiyana navxweyî: Ev proje bi temamî ji aliyê kompaniyên nîştimanî, endezyar û hêza kar a navxweyî û bi standardên cîhanî yên bilind tê bicihanîn.
- Dirêjahiya rêyê: Avakirina rêyeka bilez a du-alî bi dirêjahiya 10 kîlometreyan.
- Tunêl û overpas û enderpas: Ev proje temamkirina her du tunêlên stratejîk ên Mîrawa û Maweranê vedigire, her weha sê overpas û enderpasên modern li gorî pîverên nûjen ên cîhanî tê de hatine çêkirin.
Parêzgeha Hewlêrê tekez kir ku bi şev û roj kar li ser vê projeyê tê kirin û zû zû ber bi temambûnê ve diçe. Ev proje dê bibe sedema hêsankariyeka mezin bo hatin û çûna welatî û geştiyaran li wê deverê û dê zexta trafîkê kêm bike.