PDK: Şaswar Ebdulwahid derûntêkçûyî ye û hêjayî bersivdanê nîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Tayê Şopandina Medyayî li Pişka Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdulwahid da û ragehand ku daxuyanî û reftarên wî nîşana "biçûkî û sivikbîniya kesatiya wî bi xwe ye."
Tayê Şopandina Medyayî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Yekşem, 5ê Tîrmeha 2026ê) di bersiveka kurt de bo Şaswar Ebdulwahid diyar kir ku, her kesekê ku piçek qîmetê bide wî xelkê ku pê re kar dike, "hind nizim napeyive û bi van reftaran wan şermezar nake."
Di pişkeka dî ya daxuyaniya PDKê de hatiye: "Kesek ku xwediyê van gotin û reftaran be, ewqas biçûk û derûnşêwiyayî tê dîtin ku hêjayî bersivdanê nîne."
Ev bersivdana fermî ya PDKê piştî wê yekê tê ku di dema borî de, Şaswar Ebdulwahid çend daxuyanî li dijî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê belav kiribûn, ku ev yek bûbû sedema nerazîbûn û karvedanên cuda cuda li ser qada siyasî.