Iraq: Di dosyeya gendeliyê de 25 milyar dînarên din hatine desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ragihand, di çarçoveya lêkolînên li ser dosyeya gendeliyê ya Ednan Cumeylî de, amara giştî ya pereyên hatine desteserkirin gihîştiye 127 mîlyar dînar û 24 mîlyon dolarî.

Encûmena Bilind a Dadwerî îro 6ê Tîrmehê aşkere kir, di çarçoveya lêkolînên li ser dosyeya Birîkarê Wezareta Neftê bo Karên Parzûngehan yê girtî Ednan Cumeylî de, dest bi ser bireke mezin a pere û zêr de hat girtin.

Li gorî agahiyên dadweriyê, di encama pişkinîna li mala Ednan Cumeylî ya li bajarê Tikrîtê de, 25 milyar dînarê Iraqî, milyonek dolar û nêzîkî 5 kîlogram zêr hatine desteserkirin. Hate ragihandin, tohmetbar ev bira mezin a pere û zêr di nav deboyên avê yên plastîkî de veşartibûn. Ev pere wekî qezencên neyasayî yên ku zirar gihandine projeyên dewletê, hatine pênasekirin.

Di heman çarçoveyê de, çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku hêzên wan li qezaya Şerqatê di mala karmendekî parzûngeha Bêjî de, dest danîne ser 3 milyar dînarên Iraqî. Hat zanîn ku tohmetbar ev pere di bin erdê de binax kiribûn. Her wiha di heman operasyonê de, dest danîn ser çar otomobîlên luks ên ji cureyên Toyota Hilux, BMW, Chevrolet Tahoe û Cadillac.

Wezîrê Peywendiyan Mistefa Sened du ragihandibû, du birayên tohmetbar ku têkiliya wan bi heman dosyeya gendeliyê re heye, bi nîv milyar dolarî reviyane Fransayê. Serokwezîr Elî Zeydî hewl dide ku bi rêya Înterpolê (Polîsê Navdewletî) wan tohmetbaran û pereyên dizî vegerînin Iraqê.

Piştî girtina Ednan Cumeylî û destpêkirina lêkolînan, operasyoneke berfireh li Iraqê dest pê kiriye. Di vê çarçoveyê de heta niha bi dehan parlementer, serokên partiyan û berpirsên bilind hatine girtin. Amara giştî ya ku heta niha di vê dosyeyê de ji aliyê dewletê ve hatiye desteserkirin wiha ye:

- 127 milyar dînarê Iraqî.

- 24 milyon dolarê Amerîkî.

- Hejamreke zêde ya xanî, otomobîlên modela nû û zêr.

Encûmena Bilind a Dadwerî tekez kir, lêkolîn û şopandina ji bo girtina hemû tohmetbarên din ên ku destê wan di vê "tora gendeliyê" de heye, dê berdewam bike.