Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî parkeke mezin li Soranê tê çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li ser rastpardeya Serokwezîr Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, parkeka mezin li sînorê Şaredariya Soranê tê çêkirin. Ji bo vê meremê jî, Wezîrê Şaredariyan û Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê serdana cihê wê projeyê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 6ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyeka fermî de aşkere kir ku, bi armanca giringîdana bi zêdekirina rêjeya keskatiyê, li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, parkeka mezin û nûjen li sînorê Serokatiya Şaredariya Soranê de tê çêkirin.

Pêdaçûn di cih û dîzayna projeyê de hat kirin

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her îro Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê kir û ji aliyê Serperştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ve hat pêşwazîkirin.

Her li gorî wê daxuyaniyê, ew serdan bi merema dîtin û lidûçûna cihê çêkirina parkeka mezin e li sînorê Şaredariya Soranê, ku niha proje di qonaxa nîqaşkirin û destpêkê de ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa da zanîn ku Wezîrê Şaredariyan û Serperştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê serdana pêgeha projeya çêkirina wê parkê kir û ligel tîmeka endezyariyê ya Wezareta Şaredarî û Geştyariyê, dîzayn û awayê bicihanînê yê vê projeyê nîqaş kirin.