Parlamena Îraqê lêpirsînê bi Serokê Desteya Niştîmanî ya Veberhênanê re dike

Parlamena Îraqê
Parlamena Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Ragihandinê ya Encûmena Nûnerên Îraqê karnameya rûniştina hejmar du ya werzê danana qanûnan belav kir, ku biryar e tê de lêpirsîn ligel Serokê Desteya Nîştimanî ya Veberhênanê bê kirin.

Li gorî karnameya fermî ya Parlamena Îraqê, biryar hatiye dan ku roja Pêncşemê (9ê Tîrmeha 2026ê), saet 1:00 ê piştî nîvro rûniştina hejmar du bê lidarxistin.

Karnameya rûniştina nû ya Parlamena Iraqê ji van xalan pêk tê:

Yek: Xwendina çend ayetan ji Qurana Pîroz.
Du: Sondxwarina destûrî ya çend parlamenterên cîgir (bedel) ji bo pirrkirina kursiyên vala.
Sê: Lêpirsîn ligel Serokê Desteya Nîştimanî ya Veberhênanê li ser çend dosyeyên cuda.
Çar: danûstandinên giştî li ser pirsên heyî.
Parlamena Îraqê her îro civîna xwe ya yekê ya werzê duyê yê danana qanûnan li dar xist.