Necef xwe bo pêşwazîkirina termê Elî Xameneyîa made dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Necefê ya Îraqê amadekariyên berfireh bo pêşwazîkirina li termê Rêberê Berê yê Îranê Elî Xamineyî dike, piştî ku li bajarê Qumê yê Îranê merasîmên xatirxwestinê jê re hatin kirin.
Îro (Sêşem, 7ê Tîrmeha 2026ê), bo roja Pêncê li pey hev, bi milyonan kes li Tehran û bajarên cuda cuda yên Îranê rjiyan ser cadeyan bo pişkdariyê di nivêjkirina li ser termê Rêberê berê yê Îranê û hejmarek ji endamên malbata wî de.
Di demekê de ku cadeyên Tehran, Qum û Bender Ebasê bi lehiyeka mezin a xelkî tije bûne, li bajarê Necefê jî amadekariyên berfireh hatine destpêkirin. Komên cemawerî serperiştiya dabînkirina xizmetkariyan û parastina ewlehiyê dikin, bo pêşwazîkirina li wan bi milyonan ziyoratkerên ku qewl e qesta wî bajarî bikin.
Kurê Hesen Nesrula di nav merasîman de amade bû
Li Mizgefta Cemkeran, merasîman bi xwendina lava û duayan dest pê kir, ku tê de kurê Emîndarê Giştî yê Berê yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrula jî amade bû.
Li bajarên din jî, wekî Bender Ebasê, kombûnên cemawerî yên mezin ji bo behîdariyê hatin lidarxistin, niha jî hemî çav li ser bajarê Necefê ne daku qonaxa dawiyê ya veşartina termê Xamineyî tê de bê bicihanîn.
Kurtiyek li ser jiyana Elî Xamineyî
Xameneyî li sala 1939ê li Meşhedê bûye û li sala 1989ê bûbû Rêberê Îranê. Di temenê 86 saliyê de, di encama bombebaraneka dijwar de, ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li ser cihê rûniştina wî li navenda Tehranê hatibû kirin, li roja 28ê Sibata 2026ê hat kuştin, ku paşê kurê wî Mucteba Xameneyî wekî cîgirê wî hat hilbijartin.