Projeya rêya Dihok - Baedrê bi lezeke mezin tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya dualîkirina rêya Dihok – Baedrê, ku yek ji projeyên herî giring û stratejîk e bo girêdana her du parêzgehên Dihok û Hewlêrê bi hev re, zûtir ji dema xwe ya diyarkirî bi rê ve diçe û kar tê de berdewam e.

Ji tevaya 26 kîlometreyên vê rêyê, heta niha 10 kîlometre bi temamî bi dawî hatine û kar di 16 kîlometreyên mayî de bi şev û roj berdewam e. Tê pêşbînîkirin ku ev proje beriya dema xwe ya destnîşankirî bi dawî bibe û bikeve xizmeta welatiyan û şofêran.

Budceya projeyê û hûrgiliyên endazyarî

Ev projeya mezin, ku budceya wê nêzîkî 135 milyar dînaran e, tenê çêkirina rêyeka dualî nîne, belkî gelek karên mezin û giring ên endazyariyê jî di nav de hene; ji wan jî:

- Çêkirina rêyên xizmetkariyê yên taybet.
- Avakirina 10 overpas û enderpasên nû.
- Çêkirina tunêlekê bi dirêjiya 300 metreyan.
- Avakirina pireka giring û stratejîk.
Ev hemî kar û bar bi hev re hêsankariyeka pir mezin bo hatin û çûna welatiyan û bi taybetî bo pêşxistina kerta bazarganiyê ya navbera her du parêzgehan dike.