KCK: Tirkiye di pêvajoya aştiyê de ne cidî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu ragihand, Tirkiye ji bo çareserkirina pirsa Kurd ti gaveke pratîkî neavêtiye û gumanên wan hene ku Enqere amadekariya şerekî nû bike.

Mustafa Karasu, di daxuyaniyekê de rexneyên tund li helwesta Hikûmeta Tirkiyeyê girtin û diyar kir, di mijara "pêvajoya aştiyê" de Tirkiye bi rengekî "necidî" tevdigere. Karasu aşkere kir ku ji 24’ê Gulana 2026’an ve ti peywendî bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re nehatiye kirin û tecrîda li ser wî hîn girantir bûye.

Karasu bal kişand ser "Yasaya Çarçove" ya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatibû pêşniyarkirin û got: "Ocalan reşnivîsek pêşkêşî dewletê kir, lê hikûmetê heta niha bersiv nedaye. Dewlet tenê wekî 'çekdananê' li pêvajoyê mêze dike. Lê pirsa Kurd tenê bi danîna çekan çareser nabe; heke dewlet vê yekê ferz bike, gerîla û rêxistina me vê qebûl nakin."

KCK her wiha diyar kir, tevî axaftinên aştiyê, liv û tevgerên serbazî yên artêşa Tirkiyeyê gumanan çêdikin ku amadekariyên operasyonên nû tên kirin. Karasu anî ziman ku wan stratejiya xwe ji "şerê gerîla" veguherandiye "siyaseta demokratîk" û par bi şewitandina çekan ji aliyê 30 gerîlayan ve, îradeya xwe ya aştiyê nîşan dane, lê dewletê bersiveke erênî nedaye.

Li aliyê din, Serokê Parlemana Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, berevajî daxuyaniyên KCK’ê, amaje bi wê kiribû ku pêvajo bi serkeftî bi rêve diçe. Kurtulmuş diyar kir, nêzîkî %80’ê karên teknîkî û yasayî bi dawî bûne û ew hêvî dikin berî bêhnvedana havînê, yasaya pêvajoya aştiyê derkeve.

Kurtulmuş derbarê naveroka yasayê de got: "Ev yasa bi ti awayî nabe lêborîna giştî. Ew tenê ji bo wan kesan e ku çekên xwe datînin û dixwazin vegerin nav jiyana sivîl. Heke vîna çekdananê tune ba, me nedişiya van gavan bavejin."