NATO budceyeka mezin bo çekan terxan dike û hişyariyeke tund dide Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dawiya Lûtkeya Enqereyê de, serokên Hevpeymaniya NATOyê terxankirina 50 milyar dolaran bo kirîna çekên nû û 70 milyar euroyan jî wekî alîkarî bo Ukraynayê ragihand. Hevdem Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku welatê wî di nav NATOyê de dimîne.

Serokên Hevbendiya Bakurê Atlasî (NATO) îro (Çarşem, 8ê Tîrmeha 2026ê) daxuyaniyeke hevpar belav kir û tê de tekez li ser pabendbûna xwe ya bi xala 5ê ya parastina bikom kir ku li gorî wê, her êrîşeke li ser endamekê wê wekî êrîşeke li ser tevahiya wê hevpeymaniyê tê dîtin.

Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye ku, ji bo rûbirûbûna gefên demdirêj ên ku Rûsyayê li ewlehiya deverê çê kirine, hat diyarkirin ku hevpeymanên Ewropa û Kanadayê xerciyên xwe yên berevaniyê bi rengekê berçav zêde kirine, bi rengekî ku tenê di sala 2025ê de 139 milyar dolar li budceya xwe ya berevaniyê zêde kirine.

50 milyar dolar bo çekên nû û zîrekiya destçêkirî

Di wê lûtkeyê de biryar hat dan ku zêdetir ni 50 milyar dolar bo kirîna çekan û kelûpelên nû yên serbazî bên xerckirin. Armanca vê pêngavê jî bihêzkirina pîşesaziya berevaniyê, pêşxistina sîstemên ewrî yên şerî û bikaranîna teknolojiya zîrekiya destçêkirî di qada serbazî de ye.

70 milyar euro wekî alîkarî bo Ukraynayê

NATOyê herwesa piştgiriya xwe ya berdewam bo serwerî û yekparçetiya axa Ukraynayê tekez kir. Bo sala 2026ê, Hevpeymaniyê soz da ku 70 milyar euro alîkariya serbazî û rahênanê pêşkêşî Ukraynayê bike û ev alîkarî dê di sala 2027an de jî bi heman astî berdewam be.

Hişyariya tund bo Îranê

Ji aliyekê din ve jî, Hevpeymaniya NATOyê hişyariyeke tund da Komara Îslamî ya Îranê û ragihand ku nabe Îran di bin tu şert û mercan de bibe xwediya çekê atomî. Di eynî demê de daxwaz ji Tehranê kir ku bi tevahî rêzê li azadiya geştên deryayî li Tengava Hurmizê bigire.

Trump: Em dixwazin bi we re bimînin

Li gorî zanyarên ku ajansa Reutersê ji çavkaniyeka agahdar veguhestine, Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîneka girtî ya serokên NATOyê de li Enqereyê ragihandiye ku ew dixwaze Amerîka wekî endameka wê hevpeymaniyê bimîne. Trump ji serokan re gotiye: "Em dixwazin ligel we bimînin."

Wê çavkaniyê diyar jî kiriye ku Waşinton amade ye ku çekan bifiroşe endamên NATOyê, bêyî ku guh bide awayê bikaranîna wan çekan ji aliyê wan welatan ve. Herwesa hat gotin ku Trump di vê civînê de aramtir xuya kiriye û mijarên betalkirina lihevkirina agirbesta demkî ya ligel Îranê an jî kirîna girava Girînlandê neazirandine.