Trump: Sûriye ji lîsteya terorê tê derxistin û Îsraîl jî ji Libnanê vedikşe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê aşkere kir ku niyeta wan heye Sûriyeyê ji lîsteya welatên ku piştgiriya terorê dikin derxin, tekez jî kir ku Şam dikare di dosyaya Hizbullahê de alîkariya Waşintonê bike. Herwesa got ku Îsraîl dê ji Libnanê vekişe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 8ê Tîrmeha 2026ê) di çarçoveya Lûtkeya 36ê ya Hevpeymaniya Bakurê Atlasî (NATO) de ya li Enqereyê de, ligel Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera civiya.
Trump piştî civînê ragihand ku Sûriye bûye welatekî "pir tena" û tekez jî kir ku biryara wî ya rakirina cezayên li ser wê "biryareke mezin" bûye. Trump herwesa got: "Ez dê Sûriyeyê ji lîsteya welatên ku piştgiriya terorê dikin derxim. Ez li wê bawerê me ku ez dê vî karî bikim. Belê, çima na?"
"Sûriye dikare di dosyaya Hizbullahê de alîkariyê bike"
Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku Sûriye dikare di dosyaya Hizbullah û Libnanê de alîkariya Amerîkayê bike, ji ber ku qonaxa nû ya Şamê deriyekî li pêşberî roleke cuda di herêmê de vedike.
Di derheqa rewşa Libnanê de jî, Trump eşkere kir ku Îsraîl dê hêzên xwe ji başûrê Libnanê vekişîne û her du welatan karên pir baş bi hev re kirine. Navborî tekez jî kir ku wan siyaseteka yekalîker di parastina Îsraîlê de hebûye û got: "Eger ez ne serok bûma, niha Îsraîl tune bû."
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku bizavên bicihanîna lihevkirina çarçoveyî ya navbera Libnan û Îsraîlê bi çavdêriya Waşintonê berdewam in, ku armanc jê çespandina aramiyê û belavkirina artêşa Libnanê li başûrî ye, tevî vekişîna artêşa Îsraîlê.