Medyaya Îranê: Dengê çend teqînên bihêz hat bihîstin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Amerîkayî ji Ajansa "Axios"ê re ragihand ku hêzên artêşa welatê wî dest bi êrîşên serbazî bo ser çend armancên Îranê li devera stratejîk a Tengava Hurmizê kir. Hevdem ligel vê daxuyaniyê, çavkaniyên Îranî jî piştrast kir ku dengê çend teqînên bihêz li bajarên Bender Ebas û Sîrîkê hatiye bîstin.
Berpirsekî Amerîkayî îro (Çarşem, 8ê Tîrmeha 2026ê) ji Ajansa “Axios”ê re ragihand ku hêzên artêşa welatê wî dest bi êrîşên serbazî bo ser çend armancên Îranê li devera stratejîk a Tengava Hurmizê kiriye. hevdem ligel vê daxuyaniyê, çavkaniyên Îranî piştrast kir ku dengê çend teqînên bihêz li başûrê Îranê hatiye bihîstin.
Ajansa Nûçeyan a Mehrê ya Îranî belav kir ku sîstema berevaniya asmanî ya Îranê li derdora bajarê Bender Ebasê li başûrê Îranê hatiye çalakirin û rûbirûyî çend êrîşan bûne. Hevdem medyaya navxweyî ya Îranê bal kişandiye ser wê yekê ku dengê çend teqînên mezin li bajarên Bender Ebas û Sîrîkê hatiye bîstin.
Medyaya Îranê tekez li ser wê yekê jî kiriye ku dengê teqînan li çend deverên cuda cuda yên parêzgeha Hurmizganê hatiye tomarkirin û sîstema berevaniya asmanî li girava Sîrîkê hatiye çalakirin, bo bersingirtina êrîşên asmanî. Rewş li peravên başûrê Îranê bi tevahî aloz bûye û hêzên her du aliyan di rewşa amadebaşiyê de ne.
Pêştir Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku bi armanca cezakirina Tehranê û lawazkirina şiyanên wê di têkdana ewlehiya deryayî de, wan zêdetir ji 80 armancên cuda cuda li başûrê Îranê hingaftine.
Li aliyê din jî, Artêşa Pasdaran a Îranê di bersivê de ragihand ku wan 85 bingehên serbazî yên Amerîkayê li her du welatên Behreyn û Kuweytê kirine armanc. Tehranê diyar kiribû ku ev êrîş wekî bersivekê bûn bo binpêkirina lihevkirina agirbestê ji aliyê Amerîkayê ve.