Nêçîrvan Barzanî mîdalyaya "Stêrka Îtalyayê" wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê di merasîmên wergirtina mîdalyaya "Stêrka Îtalyayê" de pesna rola dîrokî û alîkariyên berdewam ên Îtalyayê bo Herêma Kurdistanê û Îraqê kir, û ragihand ku peywendiyên her du aliyan ber bi qonaxeke stratejîktir ve diçin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 8ê Tîrmeha 2026ê) mîdalyaya rêzlêdanê ya "Stêrka Îtalyayê" wergirt û di gotarekê de ragihand: "Ez şanaziyê dikim ku welatê Îtalyayê vê mîdalyayê pêşkêşî min dike. Îtalya her dem dosteka bawerê ya Herêma Kurdistanê bûye û em giringiyeke mezin didin helwêstên siyasî û dîplomatîk ên wî welatî."

Rola Îtalyayê di şerê dijî DAIŞê de

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser rola bibandor a Îtalyayê di çarçoveya Hevbendiya Navdewletî de û got: "Em şanaziyê bi wê rolê dikin a ku Îtalyayê di şerê dijî DAIŞê de lîstiye. Piştgiriya wan a serbazî di warê rahênan û perwerdekirina hêzên Pêşmergeyan û piştgirîkirina hêzên Îraqî de bandorek rasterast li ser şkandina terorê û parastina deverê hebû."

Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê bi alîkariya dostên xwe li ser pêvajoya çaksazî û yekkirina hêzên Pêşmergeyan berdewam e, ku ev jî wekî weberhênanek di warê ewlehî û tenahiya Îraq û deverê de tê dîtin.

Peywendiyên piralî û avakirina konsulxaneya nû

Nêçîrvan Barzanî diyar jî kir ku peywendiyên Hewlêr û Romayê tenê di qada serbazî de nemane, belkî qadên aborî, weberhênan, xwandin û şûnwarnasiyê jî vegirtine. Nêçîrvan Barzanî spasiya tîmên şûnwarnasan û zanîngehên Îtalyayê jî kir, ku di parastina mîrata mirovahiyê û lêkolînên dîrokî yên li Kurdistan û Îraqê de xwedî roleke berçav bûne.

Di derheqa pêngavên nû de jî, Serokê Herêma Kurdistanê got: "Kirîna erdî û avakirina avahiya Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê li Herêma Kurdistanê nîşaneke ron e bo zêdetir pêşxistina peywendiyan û mana wan a demdirêj li Kurdistanê."

Nêçîrvan Barzanî di pareka din a gotara xwe de jî tekez kir ku Herêma Kurdistan wekî "welatekî aram" bo hemî pêkhateyên olî û neteweyî dimîne, herwesa got: "Em pabendî parastina çanda lêborîn û pêkvejiyanê ne, ku ev jî nasnameya resen a xelkê Kurdistanê ye."

Serokê Herêma Kurdistanê li dawiyê jî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê wekî hevpareka jêhatî û berpirsiyar di çespandina ewlehiya deverê de bimîne û ew bo berfirehkirina asoya peywendiyên xwe ligel Romayê û hemî paytextên Ewropayê kar dikin, daku xizmeta nifşên paşerojê bikin.

Dîroka xelata "Stêrka Îtalyayê" bo sala 1947ê vedigere, herwesa di sala 2011ê de ji aliyê Serokkomarê 11ê yê Îtalyayê Giorgio Napolitano ve qanûna wê hat guhertin û navê wê hat nûkirin. Heta niha gelek serok û serkirdeyên cîhanê ev xelata bilind wergirtine.